Berxwedana li Geverê didome

Hêzên dewletê yên li navçeya Gever a Colemêrgê bi wesayîtên zirxî êrîşî Yenîmahalleyê kirin rastî berxwedana xweparastinê hatin.

Hêzên dewletê yên li navçeya Gever a Colemêrgê bi wesayîtên zirxî êrîşî Yenîmahalleyê kirin rastî berxwedana xweparastinê hatin.

Hêzên dewletê li navçeya Gever a Colemêrgê ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome, êrîşî Taxa Yenîmahalle kirin. Hêzên dewletê bi gelek wesayîtên zirxî û polîsan êrîşî taxê kirin, her wiha Rêya Oremar û Cadeya Îpekyolû dorpêç kirin, ketober tax gulebaran kirin. Li taxa ku dengê teqîn û çekan bilind dibe, ciwanan dest bi xweparastinê kirin, gel jî bi çalakiya dengderxistinê piştgirî da çalakiyan.