Ji jêrzemînan mesaja ji dewletê re: Ji we re derbasbûyî be!
Mirovên ketin hundirê jêrzemînên hînê parçeyên ji bedena mirovan lê hene, li pêşberî wehşeta bi çavê xwe dîtin gotin, "Ji mirovên li jêrzemînan hatin şewitandin re soza me ye; Ji bo her ciwanekî wê zarokekî me tevlî têkoşînê bibe. Em ê teslîm nebin."
FERHAT ARSLAN
ŞIRNEX / ANF
yekşem, 6 adarê 2016, 07:00
Mirovên ketin hundirê jêrzemînên hînê parçeyên ji bedena mirovan lê hene, li pêşberî wehşeta bi çavê xwe dîtin gotin, "Ji mirovên li jêrzemînan hatin şewitandin re soza me ye; Ji bo her ciwanekî wê zarokekî me tevlî têkoşînê bibe. Em ê teslîm nebin."
Malbatên çûn taxa Cûdî, ku bi sedan sivîl di jêrzemînên li vir de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin, cihê zarokên wan lê hatin înfazkirin, ziyaret kirin. Malbatan parçeyên ji bedenên mirovan dan hev û gotin ew ê teslîm nebin.
'BILA 3 ZAROKÊN MIN CIHÊ XWE DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BIGIRIN'
Fatma Îrdem li jêrzemîna wehşetê got, "7 zarokên min hene, rêya 3 ji wan ji niha ve vekirî be; ez dixwazim ew bibin neferên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê." Îrdem axaftina xwe wiha dewam kir: "Li hemberî vê wehşetê divê ya em bikin, ne tenê qîrîna dirûşma 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana Cizîrê' be. Ez jî dayikek min, ku zarokê min di vê têkoşînê de şehîd ketiye. 7 zarokên min ên din hene, têkoşîna ew mirovên li jêrzemîna wehşetê hatin qetilkirin, emanetî me ye. Bila 3 zarokên min cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin. Tiştekî gelekî zehmet e lê soz didim; ez ê ji wan bixwazim bidin ser şopa Mehmet Tûnç û hevrêyên wî û li dijî vê dewleta wehşî tevlî nava refên têkoşînê bibin."
'ZAROKÊ DI ZIKÊ DAYIKÊ DE JÎ WÊ SERÎ NETEWÎNE'
Hûşrît Sezgîn ji hikûmeta AKP'ê ya dibêje Cizîr têk çûye re got, "Lehengiya Mehmet Tûnç û hevalên wî, sedema têkoşîna hezaran salî ya gelê Botanê ye. Mehmet Tûn li vê jêrzemîna em niha lê ne çi gotibû? 'Em ji xeta Mazlûman, ji xeta Kemalan tên; em ê teslîm nebin'. Ez jî ji vê jêrzemîna ew lê şehîd ketiye, ji dewletê re dibêjim; Li Cizîra Botan, zaroka di zikê dayikê de jî wê li ber we serî netewîne. Bi vê zanibin. Em soz didin lehengên xwe yên li vir şehîd ketine; Têkoşîna we wê mezintir bibe û berdêla xwe çi dibe bila bibe, xeyalên we wê bi cih werin."
Sezgîn di dewama axaftina xwe ya ji AKP'ê re got, "Gelê Cizîrê, gelê Botanê wê tola jêrzemînan ji we hilîne. Eger ji niha û pê ve difikirin ku em ê serî li ber wan bitewînin, bila li biryardariya mirovên hatin qetilkirin binêrin. Biryardariya Mazlûman, Kemalan û Xeyriyan çi be, biryardariya li jêrzemînên li Cizîrê jî bi heman rengî ye. Zarokên me yên 5 salî jî lehengên xwe hilbijartine, her ciwanekî li taxê maye wê ji zarokên wê taxê re bibe lehengek. Ez careke din dibêjim; Em soz didin Mehmet Tûnç û di şexsê wî de soz didin hemû şehîdên xwe; rûyê faşîst ê dewletê wê nikaribe li vir bisekine."
'BILA JI WAN RE DERBASBÛYÎ BE!'
Ji rûspiyên Cizîrê Mele Edîp ê mala wî bi êrîşa tankan hatiye xerakirin got, "Gelek fîrewn hatin vî bajarê 5 hezar salî û çûn. Lê Cizîra Botan hînê li şûna xwe ye û di çanda xwe de israr dike. Gelê Cizîra Botan bi rûmet û esîl e. Dewlet vê ji me hêvî dike; 'Malên wan hatine xerakirin, wê bên li ber me bigerin...' Lê xeyalan dibînin, wê nikaribin projeyên TOKÎ bixin meriyetê; ji niha ve derbasbûyî be ji wan re. Bi destûra Xwedê, heta 2 salan wê Cizîr ji ya berê bedewtir be. Weke gel em ê piştgiriya hev bikin û bajarê xwe ava bikin. Zilma dewleta Tirk li gelê Cizîrê kir, wê ti carî ji hiş û bîra mirovan neçe."
'NEHATIYE DÎTIN KU EM JI RÊYA XWE VEGERIYAN E'
Serdar Îcoz diyar kir, gelê Cizîrê ti carî nayê ser çokan û got, "Mala me şewitandin û xera kirin. Ciwanên me qetil kirin. Gelo dîtin ku gelê Cizîrê ji rêya xwe vegeriya ye? Li pêşberî lehengiya Mehmet Tûnç û hevalên wî, dibe ku bibînin em hinekî xemgînin. Lê belê ji bilî vê ji bo me ne xem e, ku mala me çûye, canê me çûye! Ya girîng ew e ku rûmeta me ji destê me neçûye. Gelê Kurd lehengiyeke bi vî rengî nedîtiye. Ji niha û pê ve li hemberî barbariya dewletê çi pêwîst be wê ew were kirin."