Li Hezexê şer dewam dike: Tîmekî taybet hat kuştin
Li Hezexê şerê ku di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser Taxa Tûrgût Ozalê derket, bi bersivdayina hêzên YPS’ê dewam dike.

Hate hînbûn ku çawîşekî pispor hatiye kuştin.
Hate zanîn ku cenazeyê sivîlekî di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest daye, rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Hezex a Şirnexê terora dewleta Tirk di roja 19. de dewam dike, êrîşên li ser Taxa Tûrgût Ozal bi topbarana ji tankan û çekên giran didome.
Şerê ku li hember êrîşên dewleta Tirk bi bersivdayina hêzên YPS’ê destpê kirin, dewam dikin. Hate ragihandin ku di şer de çawîşekî pispor hatiye kuştin. Her wiha, hate hînbûn ku cenazeyê sivîlekî ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Hilweşîna navçeyê ya bi rojan e rastî topbaranê tê jî ji wêneyên Taxa Yenî derket holê. Di wêneyan de tê dîtin ku gelek mal ji ber topan bêkêr bûne, 3 karxane bi temamî hilweşiyane û hate ragihandin ku xirbe jî ji aliyê hêzên dewletê tên komkirin.