Di êrîşên AKP’ê yên li ser Şêxmeqsûdê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Di topbarana çeteyên Ehrar El-Şam û Çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûd de 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Di topbarana çeteyên Ehrar El-Şam û Çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûd de 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşa Çeteyên Ehrar El-Şam û Çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûdê didome. Di êrîşa îro ya bi çekên giran ve ji sê baskan pêk hat de, topên dojehê û fûzeyên ku li herêmê hatine çêkirin hatin bikaranîn.
Li gorî aghiyên tên ragihandin di encama êrîşên çeteyan ku malên sivîlan hedef girtin de 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn. Dîsa gelek mal jî bi ser serê welatiyan de hilweşiyan. Her wiha 2 malbat jî di bin xirbeyan de asê mane.
Topbarana li ser taxê didome.