Li Dûîsbûrgê çalakiya 8’ê Adarê

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo 8’ê Adarê meş hat lidarxistin.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo 8’ê Adarê meş hat lidarxistin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajarê  Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi meşeke ku bi tevlîbûna gelek rexistinên pêk hat ve hat pîrozkirin.
Jinên meşvan li pêşiya stasyona trenê ya Dûîsbûrge di axaftin û pankartên xwe de bal kişandin ser têkoşîna jinan.

Konê agahdarkirinê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Elmanyayê, Jinên Nû,SKB,NAV-DEM Dûîsbûrg, MLPD, Piştevaniya Navneteweyî ya Dûîsbûrgê, Sendîkaya Jinê ya VERDÎ û Meşvanên Duşemê yên Dûîsbûrgê ve hat organîzekirin.

Di konê li pêşiya qada mîtîngê de endama TJK-E’yê Rojbîn Edebalî axivî û bal kişand ser girîngiya çalakiyên 8’ê Adarê ên di ve demê de pêşdikevin.

...