Li ser Oremarê gerîlayan çalakiyên berfireh li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên li ser artêşa Tirk ên li Oremarê agahî parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên gerîla li Oremarê çalakiyên berfireh li dar xistine.

Di daxuyaniyê de têkîldar operasyon û êrîşên hewayî yên li Kurdistanê jî agahî hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de detayên şerên li Mêrdînê jî hat ragihandin.

LI OREMARÊ ÇALAKÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla yên li hember artêşa Tirk ev agahî parve kirin: 

“4-5’ê Adarê li hember artêşa TC a xwe li qadên Şehîdê Bager, Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremar a li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn, hêzên gerîlayên me çalakiyek berfireh li dar xistin. Detayên vê çalakiya piralî hat lidarxistin, wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.”

HPG’ê da xuyakirin ku 2’ê Adarê artêşa Tirk li qadên gundên Xelîla, Gîzrê, Hedîlê û Îvan ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê dest bi operasyonê kiriye û di encama operasyonê de şerên dijwar qewimîne.

LI MÊRDÎNÊ OPERASYON Û ŞER

Têkîldarî operasyon û şer jî ev agahî hatin dayin:

“2’ê Adarê saet 10.30’an balafirên şer qadên gundên Gizrê, Xelîla, Hêdilê û Îvan bombe kirin, piştre leşkerên artêşa TC dest bi operasyonê kirin. Operasyonê heta danê êvarî dom kiriye û bi artêşa TC re şerekî giran rû daye. Di şerê li vir de serbazek û 3 berbaz hatin kuştin. Li ser vê artêşa TC neçar ma qademeyekê paş de bikişe. Di domahiya operasyonê de bombekirina zêde ya balafirên şer dewam kiriye.

Her wiha li bejahiya gundê Gîzrê, wesayîtek sivîl a ku cerdevan tê de bûn jî tevlî operasyonê bû. Piştî operasyon vekişiya, saet 18.30-19.00’an helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe kom kirin.

LI SÎNORÊ QILEBANÊ ÇALAKÎ

HPG’ê diyar kir ku di çalakiya li hember leşkerên Tirk ên li sînorê Qilebanê keşif dikirin de leşkerek hat birîndarkirin.

Têkîldarî mijarê detay wiha ne: 

“5’ê Adarê saet 14.00’an komek leşkerên TC ji qereqola Tepê Çete ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê, ji bo keşfê hatin qada Kêlikê. Gerîlayên me bi çekên giran li dijmin dan. Li vir leşkerek birîndar bû. Piştî çalakiyê, qereqola Tepê Çete; qadên Deriyê Dawetiya û girê Şehîd Şêxmûs da ber obus û hewanan.”

LI HEMBER QADÊN GERÎLA ÊRÎŞ

HPG’ê têkîldarî êrîşên qadên gerîla jî detay dan.
Li gor vê:

“Saet di navbera 5’ê Adarê 11.00’an û 6’ê Adarê 05.00’an de qereqola Elemûn a li xeta sînorê herêma Metîna; girê Şehîd Dîlber, 5’ê Adarê saet 11.00-15.00’an qereqola Tepê Sor a li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê, qadên derdora xwe da ber obus û katyuşayan.

5’ê Adarê saet 17.00-18.00’an qereqola Tepê Serbest a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê; girê Partîzan ê girêdayî herêma Heftanînê bi obusan bombe kir.

5’ê Adarê saet 10.00-22.30’an qereqola Êrîş a li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê; girê Xeregol û qûntarê wê, saet 21.00-22.00’an qereqola Serê Sevê girê Cehennem û mintiqa Çiyayê Reş, di heman saetan de qereqola Bîlîcanê jî girê Talîsa û Guvenlîk da ber obus û hewanan.

Saet di navbera 5’ê Adarê 21.00’an û 6’ê Adarê 03.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê, li ser herêma Zapê firiyan e.”