Nasnameya kesekî din ê li Hezexê hat qetilkirin diyar bû
Cenazeyên 3 kesên li navçeya Hezexê yên di êrîşên hêzên dewletê de hatibûn qetilkirin ji bo otopsiyê şandin Mêrdînê. Hat diyarkirin ku cenazeyek ê Azîz Akan (30) e.
Cenazeyên 3 kesên li navçeya Hezexê yên di êrîşên hêzên dewletê de hatibûn qetilkirin ji bo otopsiyê şandin Mêrdînê. Hat diyarkirin ku cenazeyek ê Azîz Akan (30) e.
Li navçeya Hezexê ji 16'ê Sibatê û vir ve dagirkerî û êrîşên hêzên dewletê bênavber lê dewam dikin. Di êrîşên hêzên dewletê yên li taxa Tûrgût Ozal 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 3 kesan ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî karê otopsiyê hat diyarkirin ku cenazeyek ê welatiyê 30 salî Azîz Akan e. Duh jî nasnameya 2 cenazeyên ku di 3'ê Adarê de anibûn Mêrdîn diyar bûbû. Cenazeyek ê Mazlûm Kapaligoz ê 17 salî û cenazeyek jî yê Orhan Abay ê 16 salî bû.