Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
PKK'ê 8'ê Adarê li jinên kedkar pîroz kir û got, "Di serî de li Kurdistanê îro li gelemperiya cîhanê, ji bilî berxwedanê û afirandina jiyana azad ti rê li ber jinan nîne."
PKK'ê diyar kir, ew soza afirandina jiyaneke azad a bi pêşengiya jinê dubare dikin û banga, "Meşandina têkoşîneke ku faşîzma AKP'ê ji holê rake û seketina jiyana azad diyarî civakên me bike" kir.
PKK'ê destnîşan kir, 8'ê Adarê bi berxwedaneke bi rûmet û biryardar a li dijî şîdeta netewe dewlet û serdestiya mêr, tê pêşwazîkirin.
AKP'Ê ÊRÎŞA LI HEMBERÎ NIRXÊN MANEWÎ JI XWE RE KIRIYE RÊBAZEK
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî ye:
"Di vê dema dîrokî ya bi bexwedanê re xurt dibe de, em di destpêkê de 8'ê Adarê li afirînerê hişmendiya me ya azadiya jinê,, afirînerê têkoşîna me û hezkirina ji axê li Rêber Apo pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên nemir ên bi keda xwe, bi nirxên têkoşînê yên afirandine û bi mîrateya azadiyê ya ji me re hiştine re serdemeke Xwedawendiyê dane me, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Di vê sala têkoşînê ya ji berdêlên giran de, di destpêkê de dayikên xwe, jinên ciwan û hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.
Di ser qetilkirina karkerên jin ên New Yorkî re, ku bûn wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, sedan sal derbas bûn. Lê belê îro heman wehşeta şewitandinê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê faşîzma AKP'ê ve tê kirin. Li Cizîra berxwedana xwerêveberiyê, gelê me yê sivîl ê li jêrzemînan dîl hatin girtin, hatin şewitandin, jinên Kurdistanî di tevahiya pêvajoya berxwedanê de hedef hatin girtin, ji her temenî jin hatin kuştin, hewl hat dayîn cenazeyên jinan bên teşhîrkirin, jinên ducanî hatin qetilkirin û xwestin cenazeyên wan teşhîr bikin. AKP'ê êrîşa li hemberî nirxên manewî yên civaka Kurdistanê ji xwe re kiriye rêbazeke bingehîn a şer. Li hemberî faşîzma AKP'ê, berxwedana jinên Kurdistanê jî gihaştiye asta israra di jiyana bi rûmet de.
Ked, beden, mejî û dilê afirînerên civakîbûnê jinan, tên talankirin. Tevî vê yekê, civak, nirxên jinî yên li nava civakê, nirxên dayikî, exlaqî û polîtîk her gavê rastî êrîşê hatin, li ser tevahiya civakê şîdeta dewletê hat zêdekirin û hewl hat dayîn civak li gorî wehşeta mejiye desthilatdariyê bê dîzaynkirin."
Komîteya Rêveber a PKK'ê ragihand, ku qirkirina li hemberî jinê di dema desthilatdariya AKP'ê de gav bi gav hat şidandin û bi ruhê tevgereke dagirkeriyê hat xwestin bi temamiya civakê re bidin qebûlkirin. PKK'ê destnîşan kir, ku şîdeta dewletê ya bi desthilatdariya AKP'ê re yekdestî bûye, tevî şîdeta serdestiya mêr, bi hev re bi pêş de diçin.
LI KURDISTANÊ ŞOREŞ DI NAVA ŞOREŞÊ DE PÊK TÊ
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat gotin, "Şîdeta dewletê ya li hemberî civakan, nêrînan û nirxên însanî zêde dibe. Ev rewş bi zêdebûna şîdeta serdestiya mêr û qetilkirina jinê re bandorê li tevahiya civakê dike. Her mêrê îro di nava sînorên hiqûqî yên netewe dewletê de cih digirin vediguherin polîsekî, leşkerekî. Her jin û nirxên civakî jî dibin hedefa êrîşan. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi dîroka xwe ya nîv sedsalî re, bûye mînaka herî bedew a afirandina hişmendiya azadiyê ya jinê, ruhê berxwedanê û wateya nû ya azadiyê. Têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK û PAJK'ê bi pêş de diçe, bi pêşengiya têkoşîn û jiyana azad a jinê re, bi berxwedêriya jinê re, bi nivîsandina dîrokê ji aliyê jinê re, bi afirîneriya jiyana azad re şoreş di nava şoreşê de pêk aniye. Di hevrêtiya jiyana azad a Rêber Apo de, bersiv ji pirsên li ser çawaniya jiyana civaka Kurdistanê û mirovê azad re hatiye dayîn. Ji bo pirsa 'divê çawa were jiyîn', rastiya mirovê bi ruhê berxwedanê yê PKK'ê afiriye, bersiva 'divê çawa neyê jiyîn' daye. Ev îdîaya jiyana azad a bi biryardariya 'Em ê jiyana mêtîngeriyê, sîstema qirkirinê û serdestiya mêr nejîn' derket holê, gavên ji bo afirandina jiyana xwe, derxistiye holê."
JI BO ŞOREŞÊ Û BIHARA AZADIYÊ
Di dewama daxuyaniyê de Komîteya Rêveber a PKK'ê bal kişand ser berxwedana li Kurdistanê û ev nirxandin kir:
"Di serî de li Kurdistanê îro li gelemperiya cîhanê, ji bilî berxwedanê û afirandina jiyana azad ti rê li ber jinan nîne. Eger jiyan wê hebe divê azad be, naxwe wê nebe. Jiyîna jiyana di nava şîdeta dewlet û mêr de, li dijî pênaseya mirovê bi rûmet e. Jina Kurd jî haya xwe ji vê rastiyê çêbûye û bi vê têgihiştinê re berxwedana xwe li her derê mezin kiriye. Ev hişmendiya bi pêşengiya Rêberê me û şehîdên me hatiye afirandin, îro li hemû parçeyên Kurdistanê, li çiyê, bajar, kolan û taxan zemîna xwe ya têkoşîn û azadiyê afirandiye. Sêvê, Dorşîn û Ekînên bi vê hişmendiyê li ber xwe dan û gihîştin şehadetê li her qadên berxwedanê pêşeng afirandin. Mehmedên bi berxwedana bi rûmet re lehengî nîşanî her kesî dan jî, di şexsê xwe de mînaka dîrokî ya hevrêtiya jiyana bi rûmet û azad afirandin.
Em, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û soz didin em ê ji bo bîranîna şehîdên me yên berxwedana xwerêveberiyê ya bi rûmet li refên herî pêş meşandin û li pêşberî tevahiya mirovahiyê dîrok nivîsandin têkoşînê mezin bikin û li Kurdistanê di pêşengiya jinê de jiyaneke azad biafirînin. Ji bo ev bihar bibe bihara şoreş û azadiyê em bang li hemû jin, ciwan, dayik, raya giştî ya demokratîk û şoreşgeran dikin ku berxwedanê mezin bikin, têkoşîneke ku faşîzma AKP'ê ji holê rake bimeşînin û serketina jiyana azad diyarî civakên xwe bikin."