KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Operasyonên QSD berdewam dikin: 31 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operasyona QSD’ê ya ku beriya du rojan (2 Adar) li rojavayê Çiyayê Kizwanan li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin de 31 çete hatin kuştin. -
Qetlîamên AKP’ê sibehê li Parîsê tê protestokirin
Qetlîamên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike wê sibehê li Parîsê bê protestokirin. -
Der barê siyasetmedarên Kurd de 5 fezlekeyên nû
Wezareta Dadê, der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê, Hevseroka KCD'ê, Hevberdevkê HDK û endama Heyeta Îmraliyê de ji bo bişînin meclîsê 5 fezlekeyên ku amedekiribû, ji serokwezîrtiyê re rê kir. -
Li Sûrê teqînên dijwar rû didin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Sûrê di roja 94. de dewam dikin. Ji navçeyê dengê teqînên dijwar tên. -
Parlamentera Goran: Îdîaya dibêjin 'em ê dest bi raperînê bikin' derew e
Parlamentera Goran Mahmûd îdîayên ku dibêjin ew ê dest bi raperînê bikin, derew in. Mahmûd weke rêya rizgariya ji krîzê jî işaret bi hilbijartina pêşwext kir. -
Çeteyên qesrê êrîşî taxên berxwedanê dikin
Yek ji taxên berxwedanê yên Nisêbînê taxa Abdulkadîrpaşa ji aliyê çeteyên qesrê ve tê bombekirin. -
Çeteyên êrîşî Geliyê Şîlo kirin derbek giran xwarin
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê êrîşî Geliyê Şîlo yê li rojavayê Şengalê kirin. Di encama bersiva tund a şervanên YBŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê de gelek çete hatin kuştin. -
Hevşaredara Silopiyayê hat binçavkirin
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer tevî ajokarê xwe Cemal Yîgît danê vê sibehê li avahiya şaredariyê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin. Polîsan Emîne û Cemal li maşînên zirxî siwar kirin û birin emniyetê. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger dikin. -
Operasyona li rojavayê çiyayê Kizwanan dewam dike
Şervanê QSD'ê gundên Tirwaziyê û El Sirba El Şerqiyê yên 43 km li rojavayê çiyayê Kizwanan e, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Karamox: Heta çeteyekî bi tenê nemîne wê pêngavên me dewam bikin
Ji fermandarên QSD'ê endamê Kordînasyona Bûrkan El Firat Şiyar Karamox diyar kir, komên terorîst û çete yên dewleta Tirk destekê dide wan, heta roja îro êrîşî hemû nirxên gelên Sûriyeyê kirine û komkujî kirine. -
Li hemberî Midûriyeta Trafîkê ya Herêmê û maşînên zirxî çalakî
Li Nisêbînê, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Midûriyeta Trafîkê ya Herêmê ya li Nisêbînê çalakiyek hat lidarxistin. -
'Raperîn serketina gelê Kurd ê rêxistinbûyî ye'
Pêşmergeyê berê Adil Şerîf ê di Raperîna 1992'an a li Başûrê Kurdistanê de cih girt destnîşan kir, ku Raperîna 1992'an serketina hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd e. -
'Gelo ji wan heye em ê dev ji Kurdbûna xwe berdin?'
Li Cizîrê, ku bi binpêkirina mirovahiyê re bi sedan mirov lê hatin qetilkirin, êş jî mezin e, hêrs jî. -
Koma ku birîndar ji Sûrê derxistin rastî êrîşa çekdarî hatin
Hat zanîn ku 22 kesên li Sûrê asê mane birîndar xistin ambûlansan û ji nava Sûrê derketin. Hat zanîn koma ku birîndar xistin ambûlansê rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek birîndar bû. -
Li Silopiyayê 13 cenaze hatin definkirin
13 cenazeyên ku li morga Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xabûrê dihat rawestandin hatin definkirin. Di nava 13 cenazeyan, cenazeyên 3 penaberên li ser sînorê Rojava hatin qetilkirin jî hene. -
Şervanên QSD’ê gundê Bîr Heba rizgar kir
Şervanên QSD’ê gundê Bîr Heba yê dikeve Rojavayê Çiyayê Kizwana ji çeteyan rizgar kirin. -
Çalakvanên çalakiya rûniştinê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi bîr anîn
Çalakvanên çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya KE’yê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê, şehîdên berxwedana xwerêveberiyê di kesayeta Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir de bî bîr anîn. -
8 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
8 şervanên YPG’ê yên ku di pêvajoya ‘Xezeba Xabûrê’ de jiyana xwe ji dest dan û şervanekî erka xweparastinê yê ku li gundê Til Hemanê jî jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Tevî Elîf Sû ya 4 mehî, 10 kes hatin binçavkirin
10 kesên ku duh êvarî ji navçeya Sûr a Amedê hatin derxistin û di nav de pitika 4 mehî Elîf Sû jî heye, hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. -
Li Artemêtanê ‘Dibistana Dayikê ya Taybet Înan’ hat vekirin
Navê Taybet Înan a ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat qetilkirin, li Dibistana Dayikê ya ji aliyê Şaredariya Artemêtanê ve hat avakirin hat kirin, bi beşdariya jinan hat vekirin. -
Mîstûra: Li Sûriyeyê pêşketin heye, lê serketin ne garantî ye
Wezîfedarê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra got agirbesta li Sûriyeyê ne “garantî” ye, lê pêşketinên berbiçav hene. -
Di çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ‘semaha aştiyê’
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di pêşengiya TJK-E û KCD-E çalakiya rûniştinê dewam dike. Îro di çalakiyê de “Semaha Aştiyê” hat gerandin. -
Li Agiriyê ablukaya leşker û polîsan
Polîs û leşkeran li gelek qadên navend û navçeyên Agirî nuqteyên kontrolê danîn û di ketin derketinên navend û navçeyan de kontrola nasnameyan dikin. -
Li Şêxmeqsûdê kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar in
Di topbarana li dijî Şêxmeqsûdê de welatiyekî 60 salî jiyana xwe jidest da, 5 sivîl jî birîndar bûn. Ji birîndaran jî 3 zarok in.