'Gelo ji wan heye em ê dev ji Kurdbûna xwe berdin?'

Li Cizîrê, ku bi binpêkirina mirovahiyê re bi sedan mirov lê hatin qetilkirin, êş jî mezin e, hêrs jî.

Li Cizîrê, ku bi binpêkirina mirovahiyê re bi sedan mirov lê hatin qetilkirin, êş jî mezin e, hêrs jî. Dayika Kasim Yana yê 17 salî ku li jêrzemînên wehşetê hat qetilkirin Salîha Yana got, "Kurê min gelekî biçûk bû. Di destê wî de çek tinebû, hînê lîse neqedandibû" û ev pirs kir: "Gelo ji van heye em ê dev ji Kurdbûna xwe berdin?"

Dewleta Tirk a ku bi rojan bombe li ser Cizîrê barand û mora xwe danî binê wehşetê, bi sedan jin, zarok, extiyar, birîndar qetil kir. Mîna ku sond xwar mirovekî bi tenê sax nehêle, komkujî kir. Di nava yek ji kesên hatin qetilkirin de xwendekarê lîseyê Kasim Yana yê 17 salî jî hebû. Kasim ferdê malbateke ji 8 zarokan bû û ji bo ji aliyê aborî ve alîkariyê bide malbata xwe, hem lîse dixwend hem jî simît difirot. Malbata wî li gelek bajaran li cenazeyê wî geriya û di encama testa DNA de cenazeyê kurê xwe li Dîlokê bi rengekî şewitî û nayê naskirin, dît.

'JI BER KU NASNAMEYA WÎ LI MALÊ MABÛ, NIKARÎ JI TAXÊ DERKEVE'

Dayikê Salîha Yana qala kurê xwe kir û diyar kir, wî kesek nekuşt, zerar neda kesî. Dayik Yana got, "Kurê min wê ji taxê derketibûya, lê ji ber ku nasnameya wî li malê ma, nikarîbû derkeve û tevî hevalên xwe, xwe spart jêrzemînê. Li cem mirovên birîndar ma, ji wî hebû ku wê bi wan re karibe derkeve. Kurê min 100 metreyan dûrî me bû, nehiştin em biçin kurê min ji wir derxînin. Ew şewitandin, qetil kirin û cenazeyê wî birin Dîlokê."

Dayika Salîha Yana ku mala wan jî hatiye xerakirin, destnîşan kir ku ew ê vê wehşetê ji bîr nekin. Yana got, "Kurê min zarok bû. Di destê wî de çek tinebû, hînê lîse neqedandibû." Dayika dilşewat tevî hemû êşa dikişîne jî bi van gotinan biryardariya xwe nîşan da "Zarokên me qetil kirin. Gelo ji wan heye ku em ê dev ji Kurdbûna xwe berdin? Em ê ti carî ne dev ji nasnameya xwe, ne jî ji doza xwe ya mafdar berdin. Madem ewqasî wêrek bû, çima leşkerên xwe yên bi pere 'dixebite' şandin. Pere dan û em qetil kirin. Çima ew bi xwe nehatin? Hemû ciwan li malekê kom kirin û bi kîmyesalê ew şewitandin. Davûtoglû hat Mêrdînê, di bin navê çareseriyê de fermana qetilkirina zarokên me da."

Guler Yana jî qala neviyê xwe kir û anî ziman, beriya komkujiyê ji bo rizgarkirina zarokên xwe çi ji dest hat kirine, lê encam negirtine. Guler Yana got, "Me gotin; dibe ku hurmetê nîşanî extiyaran bidin. Me dît ev dewlet hurmetê nîşanî ne extiyaran, ne seqetan, ne zarokan, ne jî mirovan dide." Guler Yana axaftina we wiha dewam kir: "Dayikan û jinên extiyar ji bo wergirtina zarokên xwe ji jêrzemînan, berê xwe dan herêmê, lê dewletê bi zordarî ew hemû binçavkirin. Xwelî li serê vê dewletê be. Xwelî li serê vê dewletê be, ku mirov qetil kirin, mal şewitand, li extiyaran da, ciwan bi gaza kîmyewî qetil kir, şewitand, enqazê malan bir li derveyî bajêr vala kir. Lenet li vê dewletê bê."

Yana diyar kir, tevî 15-20 jinên extiyar wê hewl daye neviyê xwe û hevalên wî ji jêrzemîna yekemîn derxîne û got, "Em çûn cihê jêrzemînê û 20 metre mabû em xwe bigihînin zarokên xwe. Leşker û polîsan di destpêkê de gule li derdora me reşandin. Me jî gotin; em ji zarokên xwe ne çêtir in û me meşa xwe dewam kir. Lê belê vê carê hatin dayik û em jinên extiyar binçav kirin. Em birin emniyetê. Dema em li aliyê din ê rê bûn, bi her awayî heqaret li me kirin. Lê belê dema em hatin vî aliyê Kolana Nisêbînê, ku kamera ew jî lê hebûn, şov kirin."