BI DÎMEN

'Raperîn serketina gelê Kurd ê rêxistinbûyî ye'

Pêşmergeyê berê Adil Şerîf ê di Raperîna 1992'an a li Başûrê Kurdistanê de cih girt destnîşan kir, ku Raperîna 1992'an serketina hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd e.

Pêşmergeyê berê Adil Şerîf ê di Raperîna 1992'an a li Başûrê Kurdistanê de cih girt destnîşan kir, ku Raperîna 1992'an serketina hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd e. Şerîf got, "Pêwîste Kurd hemû li hemberî dagirkeran, li ser bingeha yekîtya neteweyî Raperîneke nû biafirînin."

Di encama Raperîna di 5'ê Adara 1992'an de li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê destpê kir û di 21'ê Adarê de bi dawî bû, piraniya Başûrê Kurdistanê ji rejîma Saddam hat rizgarkirin û ket bin kontrola Kurdan.

Li hemberî Raperîna ji aliyê gel ve hat destpêkirin û pêşmergeyan jî cih tê de girtin, artêşa Iraqê nikarîbû li ti cihî li hember bisekine. Raperîna di 5'ê Adarê de li navçeya Ranya ya Silêmaniye destpê kir, di 21'ê Adarê de li Kerkûkê bi dawî bû.

'ARTÊŞÊ NIKARÎBÛ XWE LÊ BIGIRE'

Ji pêşmergeyên tevlî Raperînê bû Adil Şerîf diyar kir, bi destpêkirina Raperînê re artêşa Iraqê nikarîbû li ti cihî li ber xwe bide û teslîmî gel bû. Şerîf qala raperîna destpêkê kir:

"Gel amadekariyeke berfireh kiribû. Weke pêşmerge jî em amade bûn. Me bi hin hêzên di nava artêşê de jî têkilî danî bûn. Lewma li hin cihan artêşê qet nikarîbû li ber xwe bide û teslîmî gel bû."

Şerîf da zanîn, Raperîn ji aliyê gel ve hatiye destpêkirin û ragihand, pêşmerge ji bo destekkirinê tevlî vê raperînê bûne.

Şerîf got, "Dema gel dest bi raperînê kir, weke hêza pêşmerge em jî tevlî bûn. Dema Raperînê destpê kir li ser navê Eniya Kurdistanê me li Ranyayê ji rayedarên artêşa Iraqê re nivîsek şandin û me ji wan xwestin ku teslîm bibin. Me ji wan re got, eger teslîm bibin wê zerarê nebînin û ew jî teslîm bûn."

HER CIH DI NAVA ROJEK DU ROJAN DE DIHAT RIZGARKIRIN

Şerîf ragihand, dema Ranya hat rizgarkirin li her cihî raperînê destpê kir û her bajar di nava rojek du rojan de hat rizgarkirin. Şerîf destnîşan kir, ku gel bi Hêrsa ji ber enfal û sirgûnan rabû serhildanê.

Şerîf diyar kir, rejîma Saddam bi enfalan re li Başûrê Kurdistanê komkujiyên mezin kiriye û got, "Vê rewşê di nava gel de hêrseke mezin afirandin. Dema şerê Qûweytê destpê kir jî, zextên li hemberî gel hatin zêdekirin. Leşker şandin hin herêmên Kurdistanê. Binçavkirin, girtin û zext zêde bûn. Ji ber zêdebûna zextan gel di nava xwe de rêxistinbûyîna xwe ava kir. Pêşmergeyan jî amadekarî kirin û li hemberî rejîma Baasê serhildanê destpê kir.

Piştî ku me Ranya rizgar kir, Raperîn li her cihî belav bû. Her cih hema hema di nava rojekê du rojan de dihat rizgarkirin. Em jî hingî ji Ranya derbasî Silêmaniye, ji Silêmaniye jî çûn Kerkûkê."

Şerîf anî ziman, leşkerên li hemberî gel û pêşmergeyan şer nekirin û teslîm bûn, ji aliyê wan ve sebest hatin berdan.

RAPERÎN SERKETINA GELÊ RÊXISTINBÛYÎ YE

Pêşmergeyê berê Şerîf got, "Raperînê ev rastî nîşanî me da: Eger li cihekî gel bi rastî jî xwe bi rêxistin bike û bi biryardarî li hemberî hêza dagirker têbikoşe, wê bi ser bikeve. " Şerîf destnîşan kir ku ev rêxistinbûyîna gel pêwîste li çar aliyên Kurdistanê bê afirandin.

Şerîf got, "Raperîna 5'ê Adarê serketina hêza rêxistinbûyî ya gel nîşan da. Berê Saddam gelek caran qetlîam anî serê Kurdan, enfal da kirin. Gel koçî hin deverên din jî kir. Lê belê Raperîna 5'ê Adarê ev nîşanî me da.

Pêwîstiya Kurdan îro bi vê heye. Pêwîstî bi şoreşeke ramanî heye. Şoreşa îro li Rojava pek tê, encama vê şoreşa ramanî û biryardariya gel e. Li Başûrê Kurdistanê rejîma Saddam hat qewirandin. Lê belê encama dihat xwestin bi dest neket. Ev rastî di krîza îro ya li Başûr de xwe nîşan dide. Ji ber ku şoreşa ramanî pêk nehat."

ROJ BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ RE ROJA RAPERÎNÊ YE

Şerîf da xuyakirin ku divê Kurd îro ji her demê bêhtir bi yekîtiya neteweyî rabe Raperînê û got, "Şert û mercên ji bo vê yekê, ji yên dema Raperîna 92'an zêdetir in."

Şerîf anî ziman, ji bo Raperîn Neteweyî yekîtiya neteweyî şert e û got, "Divê di raman û armancê de yekîtî hebe. Rêber Apo ev yek gelek caran bilêv kir. Li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Lê belê gel û siyaseta Başûrê Kurdistanê destekê nadin. Pêwîste ev kêmasî bê çareserkirin. Divê bi hezaran kes dakevin kolanan û destekê bidin. Di heman demê de divê xwedî li Rojava bê derketin."