NÛ BÛ

Li hemberî Midûriyeta Trafîkê ya Herêmê û maşînên zirxî çalakî

Li Nisêbînê, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Midûriyeta Trafîkê ya Herêmê ya li Nisêbînê çalakiyek hat lidarxistin.

Li Nisêbînê, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Midûriyeta Trafîkê ya Herêmê ya li Nisêbînê çalakiyek hat lidarxistin.

Li hemberî Midûriyeta Şaxê Trafîkê yê Herêmê ya li ser Rêya Îpekê, ku tê gotin veguheriye navenda polîsên tîmên taybet, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. Piştî vê êrîşê şer derket. Di êrîşê de li avahiya emniyetê û lojmanên li kêlekê şewat derket û xisareke mezin rû da. Ji bo vemirandina şewatê ekîbên arkujiyê hatin sewqkirin. Her wiha gelek ambûlans çûn herêmê.

Li gorî nûçeya medya Tirk 2 polîs mirine, gelek jî birîndar bûne. Lê belê tê gotin, hejmara mirî û birîndaran gelekî zêde ye.

Li aliyê din danê vê sibehê li hemberî maşîneke zirxî ya li dora nexweşxaneya berê bi cih bûbûn, bi roketê çalakî pêk hat.

Roket li maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra ket û xisareke mezin lê der bû. 

Li taxa Dîclceyê jî ku berxwedan lê dewam dike, di dema derbasûna maşîneke zirxî de teqînekê rû da.

Li ser teqînê agahiyên berfireh bi dest neketin.