Operasyona li rojavayê çiyayê Kizwanan dewam dike

Şervanê QSD'ê gundên Tirwaziyê û El Sirba El Şerqiyê yên 43 km li rojavayê çiyayê Kizwanan e, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Hêzên QSD’ê di çarçoveya Operasyona 'Tolhildana Cûdî û Êlîn' ku ji bo rizgarkirina herêma di navbera başûrê Şedadê heta başûrê Girê Spî de hat destpêkirin, şevê din saet di 03.15'an de, gundên Tirwaziye û El-Sirba El-Şerqiye yên ku 43 kîlometreyan li rojavayê Çiyayê Kizwanan e, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Piştî ku her du gund hatin rizgarkirin, hêzên QSD’ê dest bi lêgerîn û paqijkirinê kirin.

Operasyona hêzên QSD'ê li herêmê didome. Balafirên koalîsyonê jî deverên ku çete lê  ne, bombe dikin.