Koma ku birîndar ji Sûrê derxistin rastî êrîşa çekdarî hatin

Hat zanîn ku 22 kesên li Sûrê asê mane birîndar xistin ambûlansan û ji nava Sûrê derketin. Hat zanîn koma ku birîndar xistin ambûlansê rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek birîndar bû.

Li navçeya Sûrê zêdeyî 3 mehan in êrîşên hêzên dewletê bi tank û topan berdewam dikin. Duh piştî Meşa Sûrê yek jê zarok 11 kes bi ambûlansê ji nava Sûrê hatin derxistin. Piştre li gel zaroka 4 mehî 10 kes hatin binçavkirin. Li herêma ku êrîşên hêzên dewletê zêde bûne, di saetên êvarî de 22 welatiyên asê mane birîndar xistin ambulansan û ji taxê derketin. Li gorî agahiyên sivîlan ên li taxan di bin êrîşê de ne, koma ku birîndar xistin ambulansê rastî êrîşa çekdarî hatin. Hat zanin ku di êrîşê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. Hat diyarkirin ku welatiyê birîndar milê wî jêbûye û yên din ji nava Sûrê derketine.

Wekîla HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp jî diyar kir ku 22 welatiyên din ên li Sûrê asê mabûn hatin derxistin. Yigitalp, da zanîn ku welatiyên sivîl ên li Sûrê wê derxistina birîndaran berdewam bikin. Yîgîtalp, da xuyakirin ku ji bo welatiyên sivîl ji Sûrê derxin hevdîtinê wan berdewam dike û ji bo welatî zerarê nebînin wê têbikoşin.