Şervanên QSD’ê gundê Bîr Heba rizgar kir

Şervanên QSD’ê gundê Bîr Heba yê dikeve Rojavayê Çiyayê Kizwana ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê gundê Bîr Heba yê dikeve Rojavayê Çiyayê Kizwana ji çeteyan rizgar kirin.

Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) di çarçoveya operasyona xwe ya ‘Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn’ a li Rojavayê Çiyayê Kizwana de, di saet 20.15’an de gundê Bîr Heba ji çeteyan rizgar kir.

Ev gund 47 km dikeve Rojhilatê bajarokê Silûkê. Piştî rizgarkirinê li gund û derdor xebatên lêgerînê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin destpêkirin.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku li vê herêmê dayî destpêkirin, berdewam dike û pêl bi pêl mezin dibe. Li vê qadê balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê jî piştgiriyê didin operasyonê û baragehên çeteyan bombebaran dikin.