Di çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ‘semaha aştiyê’

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di pêşengiya TJK-E û KCD-E çalakiya rûniştinê dewam dike. Îro di çalakiyê de “Semaha Aştiyê” hat gerandin.

Çalakiya nobedê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bêdengiya dewletên endamên YE û KE tê lidarxistin, dewam dike. Di çarçoveya çalakiyê de aktîvîteya “Semaha Aştiyê” hat gerandin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di pêşengiya TJK-E û KCD-E çalakiya rûniştinê dewam dike. Îro di çalakiyê de “Semaha Aştiyê” hat gerandin.

Beriya wê Serokê Desteya Pîran Riza Yagmûr axivî, wiha got: “Êdî gotin bi dawî bûye. Êdî dema çalakiyê ye. Em qetlîamên li sûr, Cizîrê qebûl nakin, em ê nekin jî. Sekna me li Kerbala berxwedana Huseyîn e, li Amedê ya Mazlûman, Kemalan, Kaypakkaya ye.”

Yagmur got ewladên Kurdan dîrokek mezin dinivîsin, ragihand ku bi vê dîroka tê nivîsîn ve gelê Kurd wê bigihêje azadiya xwe.

Hevseroka FEDA Bemal Ozdemîr jî di axaftina xwe de bi bîr xist ku Elewiyan di dîrokê de her tim êş kişandine, wiha axivî:

“Seyîd Riza got ez çokan naşkînim, Mehmet Tûnç jî got ez li hember vê zîhniyetê çokan naşkînim. Ji duh heta îro ti tiştek neguheriye. Ataturk çawa Dêrsim şewitand, îro Erdogan jî bi heman zîhniyetê qetil dike.” Ozdemîr banga berxwedanê li Elewiyan kir. 

Piştî axaftinan “Semaha Aştiyê” hat gerandin.