Çeteyên êrîşî Geliyê Şîlo kirin derbek giran xwarin

Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê êrîşî Geliyê Şîlo yê li rojavayê Şengalê kirin. Di encama bersiva tund a şervanên YBŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê de gelek çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê êrîşî Geliyê Şîlo yê lis er rêya Mûsilê ye, kirin. Şervanên YBŞ'ê û gerîlayên HPG/YJA Starê yên bi tevgera çeteyan hesiyan, di cih de bersiv dan. Di şerê li vê derê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, gelek cenazeyên çeteyan li herêma şervanên YBŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê de man.

Li gorî agahiyan, şerê li herêmê dewam dike.

Tê payîn Fermandariyên YBŞ û HPG/YJA Starê di saetên pêş de li ser şerê qewimî, agahiyên berfireh bidin.