Li Sûrê teqînên dijwar rû didin

Êrîşên dewleta Tirk ên li Sûrê di roja 94. de dewam dikin. Ji navçeyê dengê teqînên dijwar tên.

Dagirkerî û terora dewleta Tirk a li navçeya Amed Sûrê di roja 94. de ye. Li taxên 'qedexekirî' yên ku hînê sivîl lê ne, ji duh û vir ve dengê teqînan tên û dû bilind dibe.

Êrîşên li hemberî taxan, ku êvarê hinekî sist bûbûn, danê sibehê şidiyan.

Pêr bi şev, Elîf Sû ya 4 mehî û diya wê Seda Sû jî di nav de 11 kesan karîbûn xwe bigihînin cihê ambûlans lê sekinî bû. Birîndarên di nava wan de birin nexweşxaneyê, lê Elîf Sû û diya wê tevlî mirovên bi wan re biribûn emniyetê.

Tevî hewldanên parêzeran jî destûr nehat dayîn hevdîtin bi sivîlên di binê çavan de tên ragirtin re were kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan ve hat dayîn, duh tevahiya rojê 32 sivîl, di nava bomberdûmana dijwar de hewl dan xwe bigihînin ambûlansan. Ji vê komê, kesekî navê xwe nehat zanîn, ji ber gulereşandina hêzên dewletê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin, ku cenazeyê vî kesî rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl. Heta niha ji bo cenaze kesî serlêdan nekiriye.

Sivîlên hatine binçavkirin jî ji bo bên lêpirsîn, birin Emniyetê.