Çalakvanên çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya KE’yê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê, şehîdên berxwedana xwerêveberiyê di kesayeta Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir de bî bîr anîn.
Di çalakiya ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAV) hat organîzekirin de sînevziyonên ku jiyana Tûnç û Nayîr vedibêjin hat pêşkêşkirin.
Di bîranînê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û wiha got: “Em wekî gelê Kurd, me silavên hevalê Mehmet girt. Bi silaveke ku hemû berxwedêr û gel hat silavkirin.”
Kartal diyar kir ku çawa nifşê yekem ên gelê Kurd Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûş soz dane, ew ê jî serî netewînin û berxwedanê bilind bikin.
Dayika Sûltan jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Em li vir in û em ê li vir bin. Dibe ku cihê me rehet be, lê welatê me dişewite, ji bo em vî agirî vemirînin, her kesî dawetî berxwedanê dikim. Ez wekî Mîhelmiyekê, du şehîdên min hene. Her şehîdek şehîdê min e. Ez li ser vî bingehî nêzî şehîdan dibim. Lê, her kes baş bizanibe, eger em yekgirtina xwe ava nekin, em bi ser nakevin, eger em bibin yek jî cîhan tev nikare xwe li pêşiya me bigire. Rêya me rêya Rêbertî ye, rêya şehîdan e.”
Hevserokê KOMAV’yê bavê Huseyîn wiha got: “Li beramberî bîranîna Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir bejna xwe ditewînim. Bi saya PKK’ê û saya şehîdan, em li ser piyan in û dijîn.” Huseyîn diyar kir ku gelê Kurd êdî xwedî îrade ye û li ber xwe dide. Bavê Huseyîn wiha anî ziman: “Bi saya şehîdan, me serî li zalim û hovan dan tewandin. Eger em yekîtiya xwe ava bikin, azadî wê nêzîk bibe.”