Karamox: Heta çeteyekî bi tenê nemîne wê pêngavên me dewam bikin

Ji fermandarên QSD'ê endamê Kordînasyona Bûrkan El Firat Şiyar Karamox diyar kir, komên terorîst û çete yên dewleta Tirk destekê dide wan, heta roja îro êrîşî hemû nirxên gelên Sûriyeyê kirine û komkujî kirine.

Ji fermandarên QSD'ê endamê Kordînasyona Bûrkan El Firat Şiyar Karamox diyar kir, komên terorîst û çete yên dewleta Tirk destekê dide wan, heta roja îro êrîşî hemû nirxên gelên Sûriyeyê kirine û komkujî kirine.

Karamox da xuyakirin, ku Bûrkan El Firat yek ji 20 hêzên cuda yên pêkhateyên QSD'ê ye û pêngava Şedadê ji ANF'ê re nirxand.

Karamox bal kişand ser girîngiya stratejîk a aborî, leşkerî û erdnîgarî ji bo çeteyên DAIŞ'ê û hêzên kirêt ên li paş van çeteyan û got, "Çeteyên DAIŞ'ê ji bo Şedadê winda neke gelekî li ber xwe da. Hemû hêza xwe xist nava tevgerê û ji Reqqa û Dêrazor hêza xwe anî. Hewl da bi dehan maşînên bombebarkirî û komandoyên xwekujiyê bixe nava tevgerê. Lê belê nikarîbû xwe li ber sekna bi biryar û bawerî ya QSD'ê bigire. Hemû êrîşên çeteyan hatin pûçkirin û çete li hemberî hêzên me şikestin.

Hêzên me Şedadê û herêma derdora wê xistine bin kontrola xwe. Me Şedadê rizgar kir û ji bo gel demek ji ya din zûtir li malên xwe vegere, me dest bi paqijkirina bajêr ji mayînan kir. Û me bajar paqij kir, gel jî vegeriya bajêr. Gel jiyana xwe ji nû ve bi awayekî azad didomîne. Mirov dikarin bêjin êdî jiyana li Şedadê asayî bûye. Êdî dor hatiye pêçandina birînên ji aliyê çeteyan ve hatine vekirin."

Karamox da zanîn, ku bi serketina Şedadê re eşkere bû wê hêzên tarî yên mîna Tirkiyeyê berê çeteyan bide hin deveran û got, "Çete wê bi rêbaza întixarî êrîş bikin. Lê belê mîna di êrîşa dawî ya li Girê Spî de jî hat dîtin, şensê wan ê serketinê nîne. Çi li herêmên di bin kontrola YPG'ê de ne, çi jî li herêmên pêkhateyên QSD'ê lê hene, kîjan hêz êrîş dike bila bike, em ê wan poşman bikin."

Karamox diyar kir, pêngava wan niha li başûrê çiyayê Kizwan û başûrê Silûkê dane destpêkirin, dewama pêngava Şedadê ye û destnîşan kir, ku bi vê pêngavê re ew ê tola hevrêyên xwe û mirovên sivîl ên di êrîşa li Girê Spî de jiyana xwe ji dest dan, hilînin. Karamox got, "Heta ku çeteyekî bi tenê nemîne, operasyon û pêngavên me wê dewam bikin."

'PÊNGAVÊ QSD'Ê PÊŞÎ LI BER SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK Û KONFEDERAL VEDIKE'

Fermandarê QSD'ê Şiyar Karamox ragihand, QSD'ê ji bo jiyaneke wekhev a navbera gelan zemîneke derfetan afirandiye û ev nirxandin kir: "Em di wê baweriyê de ne ku pêngavên QSD'ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk û konfederal bingehekê amade dikin û derfetên jiyana hevpar diafirînin. Gelê Şedadê demeke dirêj ji me dixwest ku em herêmê ji çeteyan paqij bikin. Dem hat, ev derfet afirîn û niha gel li Şedadê bi awayekî azad dijî. Ev rêbaza çareseriyê çima ne ji bo tevahiya Sûriyeyê be? Eger li çareseriyekê tê gerîn, divê ev çareserî li ser nirxên hevpar ên gelan be. QSD yekîtî û hevgirtina hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyeyê ye."

'GELÊN SÛRIYEYÊ HÊVIYAN JI QSD'Ê DIKIN'

Karamox bal kişand ser aramiya gelê li herêmên QSD'ê û got, "Li cihên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, gel ji me dixwaze em biçin û wan ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin. Gelên Sûriyeyê dixwazin azad bibin. Yekane rêya rizgariyê QSD ye. Li bendê ne ku QSD wa rizgar bikin. Çi rejîmê, çi jî komên çete yê paramîlîter zexteke giran li gel kirin û pêşî li azadiya gel girtin.

Êrîşa li hemberî Girê Spî careke din nîşan da ku çete û hêzên li pişt wan xwedî planeke bê exlaqî û gemarî ne.  Lewma çete li ku di bin bila bibin, têkoşîna me ya li hemberî wan wê dewam bike. Heta ku li nava xaka Sûriyeyê çeteyekî bi tenê nemîne, ev pêngav û operasyonên me wê dewam bikin."

...