Li Silopiyayê 13 cenaze hatin definkirin
13 cenazeyên ku li morga Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xabûrê dihat rawestandin hatin definkirin. Di nava 13 cenazeyan, cenazeyên 3 penaberên li ser sînorê Rojava hatin qetilkirin jî hene.
13 cenazeyên ku li morga Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xabûrê dihat rawestandin hatin definkirin. Di nava 13 cenazeyan, cenazeyên 3 penaberên li ser sînorê Rojava hatin qetilkirin jî hene.
Cenazeyên 13 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin û li morga Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xabûrê yê Silopiyayê dihatin rawestandin, li Goristana Yenîşehîr a Silopiyayê hatin definkirin. Rayedarên Saziya Tipa Edlî der barê definkirina 13 kesan de agahî neda. Hat zanîn ku bi hinceta nehatine teşxîskirin hatine definkirin. Hat diyarkirin ku di nava cenazeyên 13 kesan de cenazeyên 3 kesên li ser sînore Rojava ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin jî hene.
Piştî 13 kesên din ji aliyê ATK'ê ve hatin definkirin, kesên nasnameya wan nehatiye teşxîskirin man 25 kes.