Tevî Elîf Sû ya 4 mehî, 10 kes hatin binçavkirin
10 kesên ku duh êvarî ji navçeya Sûr a Amedê hatin derxistin û di nav de pitika 4 mehî Elîf Sû jî heye, hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
10 kesên ku duh êvarî ji navçeya Sûr a Amedê hatin derxistin û di nav de pitika 4 mehî Elîf Sû jî heye, hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
10 kesên ku duh êvarî ji navçeya Sûr a Amedê hatin derxistin û di nav de pitika 4 mehî Elîf Sû jî heye, hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Ridvan Tûncer ê bi giranî birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.
Dorpêça li ser Sûrê 93 roj li pey xwe hiştin, êrîş tevahî rojê bê navber dewam kirin. 11 sivîlên ku asê mabûn û di nav de birîndar jî hebûn, duh êvarî xwe gihandin ambûlansê, Ridvan Tûncer ê rewşa wî giran jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl tê dermankirin. 10 kesên ku di nav de Elîf Sû ya 4 mehî jî heye hatin binçavkirin, li Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên girtin. Yên hatin binçavkirin, Hevseroka Meclîsa Gelê Hasirliyê Senîha Surer ji milê xwe û serê xwe birîndar bûye. Şaxa Amedê ya Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya jî ji bo serbest hiştina 11 kesên hatine binçavkirin serî li Dozgeriya Amedê dan.
Navên sivîlên ku hatin binçavkirin wiha ne: “Mehmet Salih Pasin, Seda Arslan, Elif Su Arslan (pitika 4 mehî), Mehmet Çoreşoglu, Seniha Surer, Ihsan Karatay, Mesut Aygul, Fatma Kaya, Mehmet Şah Pervane û Ihsan Biter. “