Li Şêxmeqsûdê kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar in
Di topbarana li dijî Şêxmeqsûdê de welatiyekî 60 salî jiyana xwe jidest da, 5 sivîl jî birîndar bûn. Ji birîndaran jî 3 zarok in.
Di topbarana li dijî Şêxmeqsûdê de welatiyekî 60 salî jiyana xwe jidest da, 5 sivîl jî birîndar bûn. Ji birîndaran jî 3 zarok in.
Çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra û hevalbendên wan ên ku bi hev re êrîşî Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dikin, îro saet di 17.00’an de careke din berê topên xwe dan taxê. Çeteyên li Çerxerêya Cendol û Rêya Kastîlo bi cih bûne, bi fuza, hewan û çekên giran taxê hedef digrin.
Di encamê topbarana vê êvarê de welatiyekî sivîl ê Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de 3 zarok jî hene, her wiha malên sivîlan jî ziyanên mezin dîtin.
Navên birîndaran wiha ne: “Mihemed Bekir 7 salî, Hemûda 7 salî, Nûr Nasan 16 salî, Ehmed Umer Qesab 33 salî, û Mehmûd Nasan 50 salî ye.”
Taxa Şêxmeqsûdê a Bajarê Helebê ji 16 Sibatê ve ji aliyê komên çete rastî êrîşên dijwar tê. Ji wê demê ve heta niha 31 sivîl şehîd bûne û 360 kes jî birîndar bûne.
Tax di bin dorpêçê de ye û pêwîstiya şêniyên taxê bi vekirine korîdoreke mirovahiyê heye, lê heta niha ti aliyên navnetewî ji bo Şêxmeqsûdê dengê xwe nekirine.