Parlamentera Goran: Îdîaya dibêjin 'em ê dest bi raperînê bikin' derew e

Parlamentera Goran Mahmûd îdîayên ku dibêjin ew ê dest bi raperînê bikin, derew in. Mahmûd weke rêya rizgariya ji krîzê jî işaret bi hilbijartina pêşwext kir.

Parlamentera Tevgera Goran Bihar Mahmûd, îdîayê ku dibêjin 'Tevgera Goran û PKK'ê wê di salvegera Raperînê dest bi raperîneke nû bikin' derewand.

Mahmûd ragihand, divê partî û rêxistinên Kurd pirsgirêkên di navbera xwe de bi rêbaza diyalogê çareser bikin û got, "Di vê çarçoveyê de em bi partiyên li çar parçeyên Kurdistanê de têkiliyê datînin. Ji niha û pê ve jî em ê vê hewldana xwe bidomînin. Yên ku nûçeyên bi vî rengî belav dikin, xuya ye naxwazin têkiliyeke bi vî rengî derkeve holê."

'ARMANCA WAN NEBAŞ E'

Mahmûd da xuyakirin, ku îdîayên dibêjin "Goran û PKK wê di salvegera Raperînê de gel rake ser piyan, hêzeke hevpar a leşkerî ava bikin" ji binî ve derew in û got, "Yên ku nûçeyê bi vî rengî belav dikin, xuya ye armanca wan nebaş e. Ji ber ku ev agahî bi temamî derew e. Me gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêkan xwestin hemû partî li dora stratejiyeke hevpar li hev bicivin. Me her tim bilêv kir, ya girîng yekîtiya neteweyî û berjewendiyên neteweyî ye. Her wiha me destnîşan kir, ku ne rast e partiyek bi tenê tevahiya desthilatdariyê bixe bin kontrola xwe, ev nayê qebûlkirin."

'HILBIJARTINA PÊŞWEXT WÊ RIZGARIYA JI KRÎZÊ BE'

Mahmûd ji bo derketina ji krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê ku roj bi roj kûrtir dibe, işaret bi hilbijartina pêşwext kir û got, "Ji bo çareseriya krîza heyî girîng e hilbijartinên pêşwext werin kirin û hikûmet ji nû ve were avakirin. Rêbaza me ya çareseriyê ev e û me gelek caran ev bilêv kir."

'EM Ê TÊKILIYÊN XWE XURT BIKIN'

Mahmûd ragihand, ew ê bi hemû partî û rêxistinên Kurd ên li her devera Kurdistanê re têkiliyê xwe xurtir bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Têkliiya me bi hemû partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê re heye. Û em dixwazin vê têkiliya xwe xurtir bikin. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê, em dixwazin li parçeyên din jî vê têkiliyê bi pêş de bibin. Lê ev neyê wê wateyê ku em ê hêzeke hevpar a leşkerî ava bikin û li Başûrê Kurdistanê raperînê bikin. Nirxandineke bi vî rengî berevajîkirina rastiyê ye. Dixwazin tirsê bixin nava dilê gel. Bi gotina 'Wê raperînê bikin' re dixwazin van rêxistinên navê wan bilêv dike, li ber çavên gel reş bikin."

Parlamenter Bihar Mahmûd der barê civîna YNK û Tevgera Goran a duh de got, "Hevdîtinên me yên bi YNK'ê re her tim hene. Ji niha û pê ve jî wê dewam bikin. Di van civînên xwe de ji bo çareseriya krîzên li herêmê em nêrînan parve dikin û hewl didin rêyên çareseriyê peyda bikin."