KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Hezexê hêzên dewleta Tirk avahiyta HDP’ê şewitandin
Hêzên dewleta Tirk vê carê jî avahiya HDP’ê ya navçeyê kirin hedef û şewitandin. -
Karadûman û Geçîm li Cizîrê hatin defnkirin
Cenazeyên Ferhat Karaduman û Yilmaz Geçim ên li Cizîrê hatin qetilkirin û Saziya Tipa Edlî cenazeyên wan tev li hev kiribûn, li Silopiyayê hatibûn defnkirin. Malbatan cenazeyên Karaduman û Yilmaz wergirtin û li Cizîrê defin kirin. -
‘Ji bo pêşîgirtina qetlîamên nû em di greva birçîbûnê de ne’
Mala Gel a Brukselê li paytexta Bruksel a Belçîka bi şîara “Ji bo sibehê nebe dereng û ji bo pêşîgirtina qetlîamên nû” di roja yekem de dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Êdî jinek tenê jî kêm nabe!
Platforman Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, diyar kir ku ji bo pêşîgirtina cînayetên jinan, divê dewlet gavên berbiçav bavêjin. -
Gerîlayê HPG’ê Bayar jiyana xwe ji dest da
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî da xuyakirin ku Mahir Bayar (Abbas Botan) ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. -
Li Geliyê Şîlo 22 çete hatin kuştin
Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê da xuyakirin ku li Geliyê Şilo 22 çete hatin kuştin. -
Sezgîn û Erden ên li Cizîrê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
Ciwanên bi navê Sebrî Sezgîn û Sozdar Erden ên li Cizîrê hatin qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Di merasîmê de parlameterê HDP’ê Sariyildiz axivî û got: "Dijmin çiqasî tengav bibe ewqasî hov dibe.” -
Xizmên windayan: Bila dorpêç bê rakirin, cenaze bên dayîn
Parêzvanên Mafên Mirovan û Xizmên Windayan vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Geverê li aqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. -
'Operasyon û bomberdûman dewam dikin'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser encamên şerê dijwar û bomberdûmana artêşa Tirk li hemberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike, agahî da. -
HPG: Li Nisêbînê herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li Nisêbînê ya li dijî polîsên tîmên taybet daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di encama çalakiyê de herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. -
Li Hezexê şerê di navbera YPS'ê û çekdarên dewleta Tirk de giran bû
Terora dewleta Tirk a li Hezexê di roja 18. de ye. Hêzên dewleta Tirk ji duh bi şev û vir ve bênavber bi tank, top û maşînên zirxî êrîşî qada berxwedanê taxa Tûrgût Ozal dikin. -
Heyeta (GUE/NGL) hate serdana Amedê
Heyetek ji siyasetmedarên gelek partiyên çepgir ên Ewropayê hatin serdana Amedê û bi gelek saziyan re hevdîtin kir. Heyet hat serdana şaredariya Sûrê ku gelek taxên wê zêdeyî 3 mehane di nava dorpêçê de ye. -
Hêzên QSD'ê gundekî din rizgar kirin
Operasyona hêzên QSD'ê ya bi navê 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ku di 2'ê Adarê de li rojavayê çiyayê Kizwanê û li bakurrojhilatê Reqqayê hat destpêkirin, dewam dike. -
Ji taxên Sûrê yên top lê dibarin dû tê
Li Sûrê, ji taxên Savaş û Hasirli yên top lê dibarin, dû tê. -
Bomberdûmana li ser Sûrê her dewam e
Li Sûrê, ku sivîl bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne, tank û topên dewleta Tirk bênavber bombeyan li taxan dibarînin. -
YPG: Artêşa Tirk 7 caran êrîşî çeperên me kir
Li gorî daxuyaniya YPG'ê, artêşa Tirk di meha Sibatê de 7 caran êrîşî çeperên YPG'ê kiriye. Di êrîşa artêşa Tirk a li hemberî gund û bajarokan de jî 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
4 kes li Semsûrê hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên kirin, dewam dikin. Li Semsûrê jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Weşana zindî ya çalakiyên Raperîn ên li Ranya hat qedexekirin!
Weşana zindî ya çalakiyên Raperîn ên li Ranyayê hat qedexekirin. Berpirsyarê Weşana Giştî ya Spînewsê biryar nirxand û got, "Naxwazin nerazîbûna gel a li krîzan bê dîtin." -
Dewlet li Geverê di nava panîkê de ye!
Hêzên dewleta Tirk li Geverê, li dora cihên yekîneyên leşkerî bi kîsên ji xîzê kozik çêkirin û panzer bi cih kirin. -
Hêzên QSD'ê ber bi bakurrojhilatê Reqqayê ve diçin
Hêzên QSD'ê di operasyona 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ya li rojavayê çiyayê Kizwanê û bakurrojhilatê Reqqayê dane destpêkirin de, qadeke ji 153 km2'yî ji çeteyan paqij kirin. -
Muslim: Em qala federalîzmek xwe dispêre mafan dikin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim mijarên agirbestê, êrîşên Tirkiyeyê, nîqaşên li ser federalîzmê, têkiliyên bi DYA û Rûsyayê re ji ANF'ê re nirxand. -
Tehemûla AKP û Erdogan ji şandina alîkariya însanî ya ji bo Rojava nîne
AKP û Erdogan her gavê nîşan didin ku ew destketiyên gelê Kurd ê li Rojava tehemûl nakin. Di vê çarçoveyê de Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê heftane 60 qemyonên ji alîkariya însanî jê derbasî Rojava dibûn, girt. -
Hêzên dewleta Tirk topan berdidin taxên Hezexê
Hêzên dewleta Tirk ji duh bi şev û vir ve bi tankan topan berdidin taxa Tûrgût Ozal a Hezexê. -
Bendên li Şirnexê ji komirê ne
Li Şirnexê ku bi mehan e berxwedana xwerêveberiyê heye, gel ji bo xwe ji êrîşên dewletê biparêze li nava taxan bendan datîne. Ji bo çêkirina van bendan jî komira ji kanên li bajêr tê derxistin, bi kar tîne. -
Unsal bang li hiqûqnasan kir ku ji bo Cizîrê bikevin nava tevgerê
Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Ahmet Farûk Unsal ê li Cizîrê lêkolîn kir anî ziman, ku li herêmên 'jêrzemînên wehşetê' hînê parçeyên mirovan di binê enqazan de derdikevin.