Hêzên QSD'ê gundekî din rizgar kirin
Operasyona hêzên QSD'ê ya bi navê 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ku di 2'ê Adarê de li rojavayê çiyayê Kizwanê û li bakurrojhilatê Reqqayê hat destpêkirin, dewam dike.
Operasyona hêzên QSD'ê ya bi navê 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ku di 2'ê Adarê de li rojavayê çiyayê Kizwanê û li bakurrojhilatê Reqqayê hat destpêkirin, dewam dike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gundê El Mustil ê li bakurrojhilatê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Operasyona hêzên QSD'ê ya bi navê 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ku di 2'ê Adarê de li rojavayê çiyayê Kizwanê û li bakurrojhilatê Reqqayê hat destpêkirin, dewam dike.
Hat ragihandin, di çarçoveya operasyonê de gundê El Mustil ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.
Ji şervanên QSD'ê yê di nava şerê azadkirina gund de cih girt Egîd Dilovan da xuyakirin, şervanên QSD'ê niha 12 kîlometre ji gundê El Mustilê wêdetir in û berê xwe dane gundê El Mekmen ê li ser rêya di navbera Reqqa û Kantona Cizîrê de ye.
Di operasyonên têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de heta niha qadek ji 153 km2'yî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Di çarçoveya operasyona hêzên QSD'ê de gelek çete hatin kuştin û gelek alavê leşkerî hatin desteserkirin.
Operasyona QSD'ê dewam dike.