Tehemûla AKP û Erdogan ji şandina alîkariya însanî ya ji bo Rojava nîne
AKP û Erdogan her gavê nîşan didin ku ew destketiyên gelê Kurd ê li Rojava tehemûl nakin. Di vê çarçoveyê de Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê heftane 60 qemyonên ji alîkariya însanî jê derbasî Rojava dibûn, girt.
HASAN YOLDAŞ
RIHA / ANF
şemî, 5 adarê 2016, 09:26
AKP û Erdogan her gavê nîşan didin ku ew destketiyên gelê Kurd ê li Rojava tehemûl nakin. Di vê çarçoveyê de Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê heftane 60 qemyonên ji alîkariya însanî jê derbasî Rojava dibûn, girt. Sekreterê Şaxê Rihayê yê Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava Serdar Tekînalp û endamê damezrîner ê komeleyê Abdî Gumuş, girtina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û astengkirina şandina alîkariyê ji ANF'ê re nirxandin.
'JI BO ALÎKARÎ BIGIHÊJIN CIHÊ XWE, EM NAVBEYNKARIYÊ DIKIN'
Tekînalp da xuyakirin ku bi destpêkirina êrîşên li hemberî Rojava re ji bo piştgiriyê wan Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi rojava re ava kirine û di vê çarçoveyê de alîkariyên însanî ji Rojava re hatine kirin.
Tekînalp diyar kir, komeleya wan bi mîsyona gihandina van alîkariyan ji cihê xwe re tevgeriya ye û anî ziman, ku alîkariya li gelek deverên cîhanê û gelek herêmên Tirkiyeyê ji bo Rojava hatin berhevkirin, bi rêya komeleya wan ji Rojava re hatiye şandin.
Tekînalp da zanîn, komeleyan wan di vî warî de bi rola navbeynkariyê rabûye û alîkariya însanî di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê li Pirsûsê re derbasî Kobanê kiriye.
'TIRKIYEYÊ BI TI AWAYÎ ALÎKARÎ NEŞAND JI ROJAVA Û KOBANÊ RE'
Tekînalp ragihand, weke komele karê wan hêsandkirina gihandina alîkariya tê şandin e û destnîşan kir, ku weke komele nêrîna wan a bingehîn, helwesteke însanî ye.
Tekînalp got, "Li ku derê kêmasî û pêwîstiya alîkariyê hebe, weke komele em hewl didin berê xwe bidin wir û bibin alîkar. Em ê xebatên xwe yên di vî warî de bidomînin. Li ser vê bingehê, ji sedî 85 ê alîkariya di ser Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê Pirsûsê re derbasî Kobanê hat kirin, bi rêya komeleya me hat kirin. AKP timî di medyayê de der barê alîkariyên tên şandin de daxuyaniyan dide. Îdîa dike ku ew alîkariyan dişîne. Lê belê ji sedî 85 ê alîkariyê bi rêya komeleyla me, yên mayî jî bi rêya saziyên din ên alîkariyê tên kirin. Tirkiyeyê heta niha bi ti awayî alîkarî neşandiye Rojava û Kobanê."
'DERIYÊ SÎNOR JI 17'Ê SIBATÊ Û VIR VE HATIYE GIRTIN'
Tekînalp ragihand, ji bo pêşî li alîkariyên ew dişînin were girtin, Walîtiya Rihayê di 17'ê Sibatê de Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê girtiye û anî ziman, girtina deriyê sînor pêkanîneke kêfî ye ku pêwendiya xwe bi qewimînên li Rojava û pêvajoya li Tirkiyeyê heye.
Tekînalp got, "Eegr pirsgirêkên siyasî yên li Tirkiyeyê yan jî rastiya şer dibe wesîle ji bo girtina deriyê sînor, hingî em vê yekê exlaqî û însanî nabînin. Di vî derî re alîkariyên însanî tên şandin. Pêwîstiya Rojava bi vî derî heye. Ji bo em bersivê bidin pêdiviyên mirovên li wê derê divê ev derî vekirî be. Ji ti cihî tiştek ji Kobanê re nayê şandin. Em dixwazin ev derî tavilê bê vekirin. Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîstî bi vî derî heye. Em dixwazin destûr were dayîn ku malzemeyên pêwîstî pê hene bên derbaskirin. Mirov li wê derê hînê di binê konan de dijîn. Malzemeyên karibin pê xaniyên xwe çêbikin nîne. Pêwîstî bi van malzemeyan û alîkariya însanî heye."
'MÎNA KU EW ALÎKARIYÊ DIKE, PROPAGANDAYÊ DIKE'
Ji damezrînerên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re rêveberê şaxê Rihayê Abdî Gumuş jî da zanîn, ku temamiya alîkariyên ji Rojava re hatine şandin hatine qeydkirin û anî ziman bi awayekî şert e neçarin bidin Kizilay û bi wî rengî derbasî Rojava bikin.
Gumuş diyar kir, weke komele heta niha wan 3 hezar qemyon barê alîkariya însanî gihandine Kobanê û got, "Di nava van de alîkariya ji Heyva Sor a Kurdistanê, ji Ewropa û Rêxistinên Civakî yên Sivîl jî hene. Ev bi rêya komeleya me hatiye şandin. Gotina AKP'ê ya 'em alîkariyê dişînin Rojava' gotineke spkulasyon û berevajîkirina rastiyê ye. Ji ber ku nahêlin em yekser alîkariyê derbas bikin û weke şert ji me dixwazin em alîkariyê bidin Kizilayê ji bo bişîne Tirkiyeyê, van alîkariyên em dişînin dikin malê xwe. Ji ber ku Kizilay saziya wan a fermî ye, mîna ku ev alîkarî ji aliyê wan ve tê şandin, nîşan dide û propaganda wê dike. Lê belê rastî ne wiha ye. Niha jî ev deriyê sînor bi temamî girt. Divê deriyê sînor tavilê were vekirin û destûr bê dayîn alîkarî ji Kobanê re bê şandin."