BI DÎMEN

Muslim: Em qala federalîzmek xwe dispêre mafan dikin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim mijarên agirbestê, êrîşên Tirkiyeyê, nîqaşên li ser federalîzmê, têkiliyên bi DYA û Rûsyayê re ji ANF'ê re nirxand.

Hevserokê PYD'ê Muslim diyar kir, belge di destê wan de hene ku li pişt êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî Tirkiye heye û got, "Tirkiye bi van kirinên xwe re xwe rezîl kiriye, divê ji şaşîtiyê vegere."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim mijarên agirbestê, êrîşên Tirkiyeyê, nîqaşên li ser federalîzmê, têkiliyên bi DYA û Rûsyayê re ji ANF'ê re nirxand.

Li gelemperiya Sûriyeyê di 27'ê Sibatê de agirbest hat îlankirin. Rewş niha çi ye?

Ji agirbestê wêdetir, armanc sivikbûna êrîşên dijwar bû. Ji ber ku du hêzên mezin DAIŞ û El Nûsra terorîst tên dîtin. Tevlî vê pêvajoyê nayên kirin. Lewma heta niha rewşeke tevlîhev heye. Wekî din komên weke Ehrar el Şam, Sûltan Fatîh, Sûltan Mûrat hene. Her kes dizane ev dûvikên El Qaîdeyê ne. Armanca vê agirbestê, pêşîgirtina li bomberdûmana Rûsyayê ya li hemberî van koman bû. Heta niha Şam li gorî agirbestê tevdigere. Lê ev agirbest zêde tesîrê li me nake. Ji ber ku yên li hemberî me şer dikin agirbestê qebûl nakin û di nava vê pêvajoyê de nînin. Ji ber ku artêşa azad û komên din di nava sînorên me de nînin. Niha li Reqqa, Kobanê, Girê Spî û Şedadê şer giran e. Li van deran DAIŞ heye. Wekî din li derdora Ezazê jî El Nûsra heye, li vir şer diqewime. Lewma agirbest ji bo me Kurdan zêde wateyek xwe nîne. Her wiha piştî agirbestê şerê di nava sînorên me de dijwartir bûn.

Piştî agirbestê li hemberî bajarê Girê Spî êrîşeke giran hat kirin. Armanc çi bû?

Hin derdor naxwazin agirbest pêk were. Lewma tevlîheviyên bi vî rengî dikin.

Kîjan derdor?

Yek ji van Tirkiye ye, yê din Erebîstana Siûdî ye û hêzên bi van ve girêdayî ne. Heman piştî agirbestê du bûyerên girîng rû dan; Yek jê êrîşa li hemberî Girê Spî, ya din jî ji aliyê Hatayê ve derbasbûn çeteyan li nava axa Rojava... Li gorî hin kesan ev hejmar hezar e, li gorî hin hesan jî sed kes di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojava hatin kirin. Ji ber vê yekê li wir tevlîhevî û şer heye. Ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide bê kî li Sûriyeyê şer dixwaze, kî naxwaze. Tirkiye desteka endam û çekan dide DAIŞ û El Nûsra. Topbarana li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li herêma Efrîn û Ezazê qet nesekinî. Mîna ku ev têra wan nake, bi êrîşa dawî ya Girê Spî re niyeta xwe bi awayekî vekirî nîşan dan.

Di vî warî de belge di destê we de hene?

Bêguman dîmen, wêne û belgeyên vê piştrast dikin hene. Tevî vê yekê bi dehan êrîşkar li deriyê sînor ê Tirkiyeyê hatine kuştin. Ev belge hemû niha di destê YPG'ê de ne. Tirkiye vê timî dike. Ji bo mirov baweriya xwe bi vê bînin, pêwîstî bi belgeyeke taybet jî nîne. Her roj li pêş çavên raya giştî çekan dişîne ji çeteyan re. Bi otobusan wan derbasî nava Sûriyeyê dikin. Tirkiye derewan dike. Raya giştî ya cîhanê dizane daxuyaniyên Tirkiyeyê û pêkanînên wê li hev nayên.

Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?

Heta niha bi awayekî vekirî negot tam çi dixwaze. Lê belê li gorî me Tirkiye dixwaze rewşa demografîk a Sûriyeyê biguherîne. Naxwaze Kurd li wê derê bibe xwedî mafekî. Di ser re dixwaze Sûriyeyê bike parçeyekî 'Împaratoriya Nû ya Osmanî'. Nêrîna Erdogan ev e. Piştî ku ev planên wî têk çûn, hemû siyaseta xwe li ser înkarkirina Kurdan meşan.

Tirkiye çima ji Kurdên li Rojava ditirse?

Ne tenê ji Kurdên li Rojava, ji hemû Kurdan ditirsin. Ev fobî beriya Erdogan jî hebû. Rayedarên Tirk daxuyanî dabûn û gotibûn, 'Eger li Başûrê Afrîkayê jî Kurd bibe xwedî mafekî em ê li dij derkevin'. Lê îro Erdogan ev rewş bêhtir derxistiye pêş."

NÎQAŞÊN LI SER FEDERALÎZMÊ

Li Sûriyeyê nîqaşên li ser federalîzmê hene. Hûn van çawa dinirxînin?

Bila her kes vê baş zanibe; Sûriye wê ti carî mîna berê nebe. Qutiya Pandora vebûye. Li Sûriyeyê mirov ancax li gorî daxwaza xwe dikarin bijîn. Ev jî bi reng û nasnameya her kesî dibe. Federalîzm formulek e. Dema federalîzm tê gotin, her kes sînoran nîqaş dike. Em li ser federalîzmeke cografîk nasekinin. Em qala sîstemeke federalîzm a xwe dispêre mafan dikin. Gelek rêveberiyên sîstema federal hene. Mînak federalîzmên li Rûsya, Elmanya, Amerîka û Swîsre mîna hev nînin. Ji hev cuda ne. Di sîstema federal a em dixwazin ava bikin de divê her kes bi hev re bijîn û hurmetê nîşanî hev bidin. Navê vê dikare federalîzm be, tiştekî din be; ne girîng e. Hin mirov ji vê re federalîzm dibêje. Em ji vê re niha dibêjin xweseriya demokratîk. Sîstema me ya heyî tê qebûlkirin. Em dixwazin vê li tevahiya Sûriyeyê belav bikin.

Di nava van nîqaşan de qala sê herêmên federal ên Sûriyeyê tê kirin. Ev yek wê bi xwe re rê li ber guhertineke cografîk veke. Hûn vê naxwazin?

Ji guhertineke cografîk wêdetir em dixwazin hemû derdor bi hev re bijîn û xwedî heman mafî bin. Niha li Rojava sînorek heye? Na. Mînak; mirovên li derdora Şedadê dijîn dixwazin sîstema xwe ava bikin, meclîsa xwe ava bikin û bijîn. Li Rojava sînor nîne. Kî qebûl dike, dikare bi çanda xwe re bijî.

Gihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê di rojeva we de heye?

Bêguman planeke me ya bi vî rengî heye.

Têkiliya we hem bi Amerîka hem jî bi Rûsyayê re heye. Planên van welatan ên li ser Sûriyeyê cuda ye. Bi her du welatan re têkiliyeke we ya çawa heye?

Bi her du welatan re têkiliya me heye. Bi welatên Ewropayê re jî têkiliyên me hene. Her kes berjewendiyên xwe esas digirin. Amerîka li Rojhilata Navîn xwedî berjewendiyan e, şîrketên xwe hene. Rûsya ji bo ewlekariya welatê xwe di nava hewldanan de ye. Ji ber ku piraniya cîhadiyên li vir şer dikin ji Federasyona Rûsyayê tên. Perwerdeyê dibînin û diçin wê derê. Fikareke xwe ya bi vî rengî heye. Lewma di şerê li dijî terorîzmê de herî cidî ew tevdigerin. Yanî hemû hêzên li wê derê tevdigerin çawa li berjewendiyên xwe difikirin, em jî li berjewendiyên xwe difikirin. Em hemû li hemberî DAIŞ'ê şer dikin.

Dema hûn bi van hêzan re li dora maseyê rûdinên, mijarên hûn qebûl dikin û red dikin hene?

Bêguman em vê ji destpêkê ve dibêjin. Berê em Kurd ji bilî xwe bûbûn leşkerî her kesî. Dibe ku axa DYA û Rûsya niha ji ya me mezintir be. Lê belê em jî xwedî ax in. Dibe ku biçûk be, lê ya me ye. Eger berjewendiyên wan hêzan li vê herêmê hebe, neçar e bi me re li hev bikin. Em îro gihaştine vê astê. Êdî mîna berê em serê xwe xwar nakin. Hevdîtinên me di çarçoveya berjewendiyan de ne. Siyaset e, çi pêwîst be em li gorî wê tevdigerin.

'TIRKIYE REZÎL DIBE DIVÊ JI ŞAŞÎTIYÊ VEGERE'

Hemû hêzên navneteweyî we nas dikin û dixwazin bi we re têkiliyê deynin. Lê belê Tirkiye we weke 'terorîst' dibîne...

Ev rewşa Tirkiyeyê fobiya Kurd e. Eger ji destpêkê ve bi vî rengî tevnegeriya, me dikarîbû bi hev re gelek tişt bikira. Ji ber ku em cîran in, sînorên me bi hev ve ne. Dîrok vê berpirsyariyê dide me. Lê belê Tirkiyeyê hem dîrok hem jî erdnîgarî ji bîr kiriye. Lewma Tirkiye niha winda dike. Em hêvîdarin wê di dema kurt de ji vê şaşîtiyê vegere.

Eger topbarana Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava û desteka ji bo çeteyan dewam bike, helwesta we wê çi be?

Helwesta me heta niha çi bû, wê bi heman rengî be. Em li hemberî êrîşan li ber xwe didn. Eger em îro bersivê nadin topbarana Tirkikyeyê, sedema vê; li wê derê gelê me dijî, ye. Lê ew topan berdidin cihê sivîlan. Baş em ê bavêjin ku, bavêjin kê? Mirovên li wir dijîn mirovên me ne. Eger em bavêjin wê zerarê bibînin. Lê Tirkiye bi van kirinên xwe re xwe rezîl kiriye. Hêzên navneteweyî dibînin em çiqasî mafdar in.