Xizmên windayan: Bila dorpêç bê rakirin, cenaze bên dayîn

Parêzvanên Mafên Mirovan û Xizmên Windayan vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Geverê li aqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.

Parêzvanên Mafên Mirovan û Xizmên Windayan vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Geverê li aqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. Di çalakiya li Amedê de malbatên ku zarokên wan li navçeya Sûrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan nayê dayîn xwestin dorpêç û êrîşên li dijî Sûrê bê rakirin û cenazeyên zarokên wan bên dayîn. 

Xizmên windayan û ÎHD'ê bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 369. li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolû çalakiya xwe ya heftane pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên ku li navçeya Sûrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan nadin malbatan jî hatin hilgirtin. Rêveber û endamên ÎHD'ê yên Amedê, xizmên windayan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, jinên endamên KESK'ê û parazvanên mafên mirovan tevlî çalakiya vî hefteyê bûn. Di çalakiyê de malbatên ku zarokên wan li navçeya Sûrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan nayê dayîn axivîn û xwestin ku cenazeyên zarokên wan bên dayîn, dorpêça li dijî navçeyê bê rakirin. 

KIRYAR TÊN PARASTIN

Beriya çalakiya rûniştinê Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî kiryaran neguheriye, kiryar tên xelatkirin, ji ber sûcên ku dikin bi rêya qanûnan tên parastin. 

ÇAPEMENIYA NAVENDÎ ZAROK WEKÎ 'TERORÎST' NÎŞAN DA

Piştî Bîlîcî bavê Rozerîn Çûkûr (17) a li navçeya Sûrê beriya 2 mehan ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin axivî û ewilî xemsariya çapemeniya navendî ya ji bo çalakiya ku li dar dixin rexne kir û got: "Ez nêzîkatiya xebatkarên çapemeniyên yên li vir pîroz dikim û spasiyên xwe dikim. Zaroka min ji aliyê çapemeniya navendî ve wekî terorîst hate nîşandan. Pênûs û lênûska wê li cem wê bû. Wisa çû Sûrê. Wênekêşa wê hebû. Ji kişandina wêneyan gelek hez dikir."

'DORPÊÇÊ RAKIN CENAZEYAN BIDIN'

Çûkûr destnîşan kir ku malbatên ku ev 2 meh in nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin di çalakiya rûniştinê de ne, di nava vî demê de dayik pirsgirêkên psîkolojîk dijîn, divê hêzên dewletê dorpêçê rakin, cenazeyan teslîmî wan bikin. Çûkûr got ku ew dixwazin li gorî kevneşopiyên xwe cenazeyên zarokên xwe defin bikin. 

'EM BERXWEDANÊ LI XWE DIKIN'

Piştre li ser ravê Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê metna daxuyaniyê ya ku hatibû amadekirin ji aliyê Sekretera Jinê ya SES'ê Fatma Yildizhan ve hate xwendin. Yildizhan bilêv kir ku jin bi bedena xwe tên teşhîrkirin yên ku mane jî tê xwestin jî bên tirsandin û çewisandin. Yildizhan diyar kir ku malbatên ku cenazeyên zarokên xwe nikarin bigirin çalakiyên xwe didomînin. Yildizhan bal kişand li ser hemû êrîşîn li hemberî jinan û nirxandina "Em berxwedanê li xwe dikin" kir. Yildizhan ji bo xurtkirina têkoşînê bang li hemû jinan kir û xwest ku dakevin qadan. 

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xizmên windayan û ÎHD ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li Kolana Hunerê cara 98'emîn hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê JÎTEM’ê û leşkeran ve hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP, HDP’ê, Dayîkên Aştiyê, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan û gelek welatî amade bûn. Dayikan cara 98. ji bo êdî ti kes neyên qetilkirin û windakirin edalet xwestin. 

‘BILA ÊDÎ BES ZAROKÊN ME QETIL BIKIN’

Piştî rêzgirtinê nûnerê ÎHD’ê Muhyedîn Unal axivî û da zanîn ku cara 98. ji bo ku êdî li Kurdistanê ti kes neyê qetilkirin û wêneyên kesên tên qetilkirin û windakirin zêde nebin ew edaletê dixwazin. Pîştî axaftina Unal dayîka bi navê Încî Karay jî axivî û wiha got: "Em êdî naxwazin ti zarokên me bên kuştin ji ber wê jî divê demil dest hikûmeta AKP’ê dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj berde û destê aştiyê dirêjî gelê kurd bike." 

Ji xizmê windayan Halît Tekçî jî bang rayedarên dewletê kir û got ku bila dewleta tirk bizanibe ku bi ti awayî nikare PKK’ê tune bike û wiha got: "Ji ber ku dema min PKK’e naskirî 4 kes bû dewleta tirk nekarî wan her 4 kesan tune bike niha bi sed hezaran PKK’e heye ji ber wê jî ti hêzan dewlet nikare PKK’ê û gelê kurd tune bike.

Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat darxistin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan wek her hefteyê vê hefteyê jî çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hate lidarxistin û di hefteya 369. de dewam kir. Çalakî li Kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan pêk hat û rêveber û endamên ÎHD’ê û gelek xizmên windayan di çalakiyê de amade bûn. Xizmên windayan wêneyên zarokên xwe hildan û aqûbeta wan pirsîn. 

Li ser navê xizmên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û destnîşan kir ku ji bo mirovên di salên berê de hatine qetilkirin û windakirin aqûbeta wan ronî bibe daxwaza xwe dûbare dikin. 

Bagatir bal kişand ser komkujî û dorpêçkirinên li Kurdîstanê û wiha got: "Şerê li navendan tê meşandin 7 meh li pey xwe hişt. Di nav vê demê de bi sedan sivîl û berxwedêr hatine qetilkirin. Dîsa bi 10 hezaran welatî ji ber şer ji ser axa xwe koçber bûne. Navçeyên wek Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Hezex û gelek deverên din hatine xerakirin û şewitandin. Tenê li Cizîrê bi sedan welatiyên sivîl hatin qetilkirin û ev qetilkirin li dijî mafê mirovan ên navneteweyî ye." 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.