Gerîlayê HPG’ê Bayar jiyana xwe ji dest da

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî da xuyakirin ku Mahir Bayar (Abbas Botan) ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê  daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku Mahir Bayar bi nasnav Abbas Botan, di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyaniya Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê wiha ye:

“Li ser xaka Kurdistanê ji aliyê hêzên dagirker û deshilatdar ve bi hezarê salan e kuştin, sirgûnkirin,  talankirin,hevkarî û îxanet weke qedera Kurdan xwestine bidin pejirandin. Li beranberê vê ji Kawayê HESINKAR bigire, heya digihe Kawa yê hemdem Mazlum DOGAN û heya digihe roja me ya îro, li beranberê vê berxwedanek bê hempa tê meşandin. Çanda berxwedanê ya ku ji dîrokê dewir girtiyî, li hemû qadên tekoşînê jin, ciwan, biçûk, mezin tevahiyê gelê Kurd û dostên wê li beranberê vê zilma heyî di nava tekoşînekê de ne. Ewladên wî yên bi ruhekî fedayiyane têdikoşin,  heya Kurdistanek azad û jiyanek azad ne afirînin wê ji bo vî gelî bê dudilî, bê ku gavek paş de bavêjin, bi xwestek wê vê berxwedanê bidomînin.  

Di roja me ya îro de jî, bi taybet di meha Adarê de,  gelê Kurd di vê oxirê de gavên mezin û berdelên giranbiha dide,  bê ku mîlîmek xwe bihizire, ji bo azadiyê li  Cizîrê, Sûrê, Silopiya,  Nisêbîn, Şengal,Kerkûk û li Rojava hemû  canê xwe ji bo xaka welatê xwe feda dikin. . Heval  Şehîd Abas jî di hemû qadên tekoşînê de di bin hemû şert û mercan de bi fedekariyek mezin karê xwe daye meşandin û ji bo gihandina serkeftinê canê xwe feda kiriye.  Weke Komîte dibêjîn bila serê malbatê sax be û di şexsê malbatê de  serê gelê me yê welatparêz sax be û bi kûraniya hest û girêdana xwe êşa we parve dikîn û di bin hemû şert û mercan de soza li bîranîn û têkoşîna wan xwedî derkevîn didin.  

Hevalê mê Abbas Botan 11’ê Çileya 2016’an di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest da.
Nasnameya Hevalê şehîd wiha ye ;
 
Nasnav: Abbas Botan
Nav- Paşnav: Mahir BAYAR
 Cihê Jidayikbûnê : Mersin
 Navê Dayik û Bav :  Hediye Sabri
Dîrok û Cihê Şehadetê: 11.01.2016 / Qeladizê”

 

...