'Operasyon û bomberdûman dewam dikin'

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser encamên şerê dijwar û bomberdûmana artêşa Tirk li hemberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike, agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li encamên şerê dijwar ê li Mêrdînê û bomberdûmana artêşa Tirk li hemberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike, agahî da. Di daxuyaniyê de agahiyên li ser kontrola rê ya li Amedê ji aliyê gerîla ve tê kirin û operasyona leşkerî ya li Cûdî hatin parvekirin.

OPERASYONA LI MÊRDÎNÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di operasyona artêşa TC a li Mêrdînê de 1 serpel û 3 berbaz hatin kuştin. Hat ragihandin, di şer de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de li ser mijarê ev agahî hatin dayîn:

"Roja 2'ê Adarê balafirên şer bombe li derdora gundên Xelîla, Gizrê, Hedilê û Îvan ên navçeya Mêrdîn Kerboranê barandin. Piştre bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê hatin danîn û operasyonê destpê kir. Di dema vê operasyonê de şer derket û 1 serpel û 3 berbaz hatin kuştin. Di şer de 7 hevalên me bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê. Agahiyên li ser hevalên me yên şehîd ketine wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

LI AMEDÊ KONTROLA RÊ

Navendê li ser kontrola rê ya li Amedê ev agahî da:

"Roja 3'ê Adarê saet di navbera 16:00-18:30 de hêzên me yên gerîla rêya Amed-Çewlikê li nêzî gundê Kelê yê Liceyê girtin. Hêzên me li vir nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin. Gerîlayên me 2 wesayîtên dewletê li vir şewitandin.

OPERASYON Û BOMBERDÛMAN DEWAM DIKIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê operasyon û bomberdûmanan de jî ev detay da:

"2'ê Adarê artêşa TC li qada Girê Çolya û Hesena ya li herêma Cûdî ya Şirnexê tevî maşînên zirxî dest bi operasyonê kir. Operasyon êvara heman rojê bi awayê bêencam bi dawî bû.

4'ê Adarê saet di navbera 06:00-09:30 de qereqola Erîş a li navçeya Colemêrg Çelê; girê Xeregol ê li herêma Zapê, saet di navbera 14:30-15:00 de qereqola Erîşê; gundê Êlanê û Kanî Cinnetê, saet di navbera 19:30-20:30 de qereqola Erîşê; girê Şehîd Mûnzûr, Kanî Cinnetê û girê Guvenlîk, saet di navbera 10:30-11:00 de qereqola Bilicanê; girê Şehîd Colemêrg dan ber obus, hawan û tankan.

4'ê Adarê saet di navbear 15:30-16:00 de qereqola Mamreş a li navçeya Colemêrg Geverê; qada Mergê ya herêma Avaşînê bi obus û hawanan bombe kir.

4'ê Adarê saet di navbera 10:30-00:00 û 5'ê Adarê (îro) saet di navbera 09:30-11:00 de qereqola Aruş a li navçeya Colemêrg Qilabanê girê Şehîd Dilber ê li herêma Metîna bi hawanan bombe kir.