Êdî jinek tenê jî kêm nabe!
Platforman Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, diyar kir ku ji bo pêşîgirtina cînayetên jinan, divê dewlet gavên berbiçav bavêjin.
Platforman Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, diyar kir ku ji bo pêşîgirtina cînayetên jinan, divê dewlet gavên berbiçav bavêjin.
Platforman Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, li pêşiya avahiya Navenda Çandê ya Tûrkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “8’ê Adarê em ê bimeşin, ji bo mafê jiyanê û azadiyê em ê li ber xwe bidin” û “Em ê dawî li cînayetên jinan bînin” û dowîzên wek “Ji bo mafê jiyanê û azadiyê em ê bimeşin” û wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de jinan dirûşmên mîna “Bêdeng nebe qîr bike, jiyan mafê te ye”, “Em ê ji dijminê jinê hesab bixwazin” û “Bi tenê qet tu nameşî” qîr kirin.
Di daxuyaniyê de Berdevka platformê Sanem Deniz Kûral axivî û anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li cinayetên jinan divê dewlet êdî gavên berbiçav bavêjin. Kûral destnişan kir ku sûcên li hemberî jinê tên kirin cezayên kêm bi hincetên; “Rewşa baş”, “Nêzîkatiyên rêzdarî” û “Tehrîkên bê maf” tê dayîn, napejirînin û xwest ji bo pêşîgirtina van kiryaran zagon bên avakirin.
Daxuyanî bi guhdarkirina Koma Muzîkê ya Melodîkayê ku jinan jî bi hevre gotin bi dawî bû.