Bendên li Şirnexê ji komirê ne
Li Şirnexê ku bi mehan e berxwedana xwerêveberiyê heye, gel ji bo xwe ji êrîşên dewletê biparêze li nava taxan bendan datîne. Ji bo çêkirina van bendan jî komira ji kanên li bajêr tê derxistin, bi kar tîne.

Li navenda Şirnexê tevî berxwedana xwerêveberiyê ya gel, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gel jî dewam dikin. Tevî hemû êrîşên dewletê jî gel bi biryar e taxên xwe neterikîne û berxwedana xwe mezin bike. Li taxa Yenîmahalle, gel ji bo nehêle hêzên dewleta Tirk bikevin nava taxê û xwe ji êrîşan biparêze, bendan zexm dike.
Di çêkirina van bendên li dijî êrîşan de, komira ji kanên li bajêr tê derxistin, tê bikaranîn. Bi qemyonan komir li pêş bend û xendekan tê rijandin û xeta parastinê tê xurtkirin. Li taxa Bahçelîevlerê jî gel parçeyên mezin ên komirê datîne ser hev û bendan çêdike.