Ji taxên Sûrê yên top lê dibarin dû tê
Li Sûrê, ji taxên Savaş û Hasirli yên top lê dibarin, dû tê.
Li Sûrê, ji taxên Savaş û Hasirli yên top lê dibarin, dû tê.
Dagirkerî û terora dewleta Tirk a li Sûrê di roja 95. de ye. Êrîşên hêzên dewletê yên îro bi giranî li taxên Savaş û Hasirli tên kirin. Ji danê sibehê û vir ve bi top û hawanan êrîş li van taxan tên kirin.
Ji ber van êrîşan hin avahî xera bûn. Nayê zanîn ku ji ber êrîşan tiştek bi kesî hatiye yan na.
Ji her du taxan dûyê reş tê.