Bomberdûmana li ser Sûrê her dewam e

Li Sûrê, ku sivîl bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne, tank û topên dewleta Tirk bênavber bombeyan li taxan dibarînin.

Li navçeya Amed Sûrê ku ev 95 roj in xwedî berxwedaneke dîrokî ye, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi tank û topan dewam dikin. Tevî ku sivîlen li navçeyê bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne, bombe her li taxê dibarin. Ji taxan dû radibe. Tankên dewletê jî bê navber li taxan didin.

Mirovên ku xizmên wan li taxên êrîş li wan tên kirin de ne anîn ziman, ji duh danê nîvro û vir ve ew nikarin xwe bigihînin kesî.

Di vê navberê de, pitika bi navê Elîf Sû jî di nav de 19 jê zarok 44 kesên di nava hefteyê de ji navçeyê derketin, hînê di binê çavan de tên ragirtin.