Unsal bang li hiqûqnasan kir ku ji bo Cizîrê bikevin nava tevgerê

Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Ahmet Farûk Unsal ê li Cizîrê lêkolîn kir anî ziman, ku li herêmên 'jêrzemînên wehşetê' hînê parçeyên mirovan di binê enqazan de derdikevin.

Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Ahmet Farûk Unsal ê li Cizîrê lêkolîn kir anî ziman, ku li herêmên 'jêrzemînên wehşetê' hînê parçeyên mirovan di binê enqazan de derdikevin û destnîşan kir, divê bi lezgînî heyetên lêkolînê yên serbixwe bên navçeyê.

Di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de hêzên dewleta Tirk di nava 79 rojan de li Cizîrê bi sedan mirov qetilk irin. Serokê Giştî yê Komeleya Piştgiriya ji bo Mazlûman û Mafên Mirovan (Mazlûm-Der) Ahmet Farûk Unsal ê di nava heyeta mafên mirovan a hat navçeyê de cih girt, diyar kir ku li Cizîrê hilweşîneke giran çêbûye. Unsal da xuyakirin, ku tiştê wan li jêrzemînên wehşetê dîtine, sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Unsal da zanîn, hînê li jêrzemînan parçeyên bedena mirovan tên dîtin û ragihand, ew bi fikar in di nava 19 rojên di navbera daxuyaniya 'bidawîbûna operasyonê' û 'rakirina qedexeyê' de hêzên dewletê hewl dane sûcên xwe yên şer binixumînin.

Unsal bal kişand ser girîngiya lêkolîna bi heyetên serbixwe re bên kirin û got, "Li nava enqazên em lê geriyan, parçeyên mirovan hatin dîtin. Jêrzemîna duyemîn a wehşetê bi temamî hatiye rûxandin û bi bermayiyên enqazan hatiye dagirtin. Ji binê vê derê bêhna cesedan tê. Em di wê baweriyê de ne ku hînê li vê derê cesedên mirovan hene. Divê ev herêm ji nû ve bê lêkolînkirin." Unsal destnîşan kir, ku di vê ev wehşet bê ronîkirin û ji bo darizandina berpirsyar xebat bê meşandin.

Unsal ragihand, ev hilweşîna li Cizîrê hatiye kirin, bi çekên sivik nepêkane bê kirin û anî ziman, beşeke mezin a navçeyê bi tank û topan hatiye xerakirin. Unsal da xuyakirin, ku divê aliyê hiqûqî yê vê êrîşê bê lêkolînkirin û got, "Pêwîste hiqûqnas di vî warî de bikevin nava tevgerê. Weke heyet ji bo lêkolînkirinê em hatin vê derê. Em ê lêkolînên xwe bikin rapor. Hêvîdarim wê rêveber û hiqûqnasên xwedî wijdan van şahidiyên me bikin metnên hiqûqî û bikin ku berpirsyar werin darizandin."

Unsal bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka stargehê ya mirovên xaniyên wan hatine xerakirin û got, "Mirovên li vê derê gelekî bi hêrs in. Pirsgirêka li vê derê semptomek pirsgirêka Kurd e. Heta ku çareseriyeke rast a siyasî jê re neyê dîtin, Cizîra ku îro bêdeng e yan jî tê gotin 'hatiye bêdengkirin' wê sibe li bajarekî din bi teqîna hêrseke cudatir ji nû ve bikeve rojevê."