Weşana zindî ya çalakiyên Raperîn ên li Ranya hat qedexekirin!
Weşana zindî ya çalakiyên Raperîn ên li Ranyayê hat qedexekirin. Berpirsyarê Weşana Giştî ya Spînewsê biryar nirxand û got, "Naxwazin nerazîbûna gel a li krîzan bê dîtin."
Weşana zindî ya çalakiyên Raperîn ên li Ranyayê hat qedexekirin. Berpirsyarê Weşana Giştî ya Spînewsê biryar nirxand û got, "Naxwazin nerazîbûna gel a li krîzan bê dîtin."
Çalakiyên bi wesîleya salvegera Raperînê li Ranya tên lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiya Ranya ve hat qedexekirin ku bi awayekî zindî di televîzyonan de werin weşandin.
Qeymeqamtiyê li herêmê tedbîrên tund ên ewlekariyê da girtin û destûr neda çalakiyên girseyî. Qeymeqamtiyê ragihand, weşana zindî ya duh bi şev a hin qenalan hatiye sekinandin û da xuyakirin, saziyên weşana zindî bikin wê malzemeyên wan bên desteserkirin.
'JI HÊZA ÇAPEMENÎ Û GEL DITIRSIN'
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Spînewsê Şivan Mûhammed der barê qedexeyê de ji ANF'ê re axivî û qedexe weke 'têkçûna hikûmet û demokrasiya herêmê' bi nav kir. Mûhammed got, "Hikûmet ji nerazîbûna gel ditirse. Lewma bi qedexeyan re dixwaze pêşî li dîtina vê nerazîbûnê bigire."
Mûhammed di dewama axaftina xwe de got, "Di 2015-2016'an de qedexe û astiyên li pêşiya çapemeniyê derketin asta herî bilind. Bêguman pêwendiya vê yekê bi krîza heyî re heye. Qedexeyên îro li Ranya tê kirin, têkçûna hikûmetê ye. Dixwazin di rojeke bi vî rengî de pêşî li mafê xwepêşandanê yê gel bigirin. Ji ber ku naxwazin nerazîbûna gel a li hemberî krîzan bên dîtin. Naxwazin zext li hikûmetê were kirin. Ji vê ditirsin. Ev qedexe nîşan dide ku ew ji hêza çapemeniyê, ji hêza gel ditirsin."