Heyeta (GUE/NGL) hate serdana Amedê
Heyetek ji siyasetmedarên gelek partiyên çepgir ên Ewropayê hatin serdana Amedê û bi gelek saziyan re hevdîtin kir. Heyet hat serdana şaredariya Sûrê ku gelek taxên wê zêdeyî 3 mehane di nava dorpêçê de ye.

Heyeta Ewropî ku tevlî hevserokê şaredariya bajarê mezin Firat Anli hatin serdana şaredariyê Sûrê ji aliyê wekîlên Hevşaredarên Sûrê Ezîze Kûrtlû Deger û Îzettin Candan, alîkarên wekîlan û hin endamên meclîsa şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Marie Christine ku di heman demê de Seroka Komeleya Dostaniya bi Kurdan re ye, behsa armanca hatina xwe û serdana herêmê kir. Christine da xuyakirin ku wan xwestiyê ji nêz ve rewşê bişopînin ew hatine Amedê da ku bikarin bi rengekî çêtir bi kurdan re hevkariyê bikin.
Piştî axaftina Christine, Miguel Urban ku yek ji endamê heyetê ye û bi navê partiya PODEMOS ya Spanyayê tevlî heyetê bibû jî li ser armanca serdana heyetê axivî û got: "Em hem ji bo şopandina rewşa bajarên Kurdistanê û hem jî ji bo em goftûgoyên der barê avakirina pirekê di navbera şaredariyek Spanya û ya Amedê de, van serrdanên xwe dikin.
Li dû axaftina mêvanan wekîlê Hevşaredarên Sûrê Ezîze Kûtlû Deger ji mêvanan re behsa rewşa Sûrê kir. Her wiha bal kişand ser girtina Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barût û Seyid Narîn ku ji ber tevlîbûna li daxuyaniya ji bo xwerêvebirinê de hatibûn girtin. Kûtlû bibîr xist ku piştî çend rojan ango di 8'ê Adarê de dadgeha wan pêk tê.
Her wiha der barê rewşa xelkên Sûrê ên ku neçar man malên xwe biterkînin de agahî bi heyetê re parve kir.
ENDAMÊN HEYETÊ
Heyeta çepgiran a Ewropayê ya hat serdana Sûrê ji van kesan pêk tê:
Marie -Christine -vergiat -GUE/NGL- (France-front de Gauche ) Eniya ku ji gelek partiyan pêk tê.
Takis HADJIGERGIUO - GUE/NGL- Qibris-AKEL
MIGUEL urban - GUE/NGL - Spanya-PODEMOS
Mark DEMESMAEKER- ecr - Belcîka -FLANDERS- N-VA, MAJ ASLETT-RYDBJERG, Simon NEYHOUSER û Juan PERIS