YPG: Artêşa Tirk 7 caran êrîşî çeperên me kir

Li gorî daxuyaniya YPG'ê, artêşa Tirk di meha Sibatê de 7 caran êrîşî çeperên YPG'ê kiriye. Di êrîşa artêşa Tirk a li hemberî gund û bajarokan de jî 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bîlançoya operasyon û şerê meha Sibatê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 171 çete hatine kuştin, gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. Tirkiyeyê jî 7 caran êrîşîn çeperên YPG’ê, 2 caran jî êrîşî sivîlan kiriye. Di şer de 89 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, bîlançoya şerê meha Sibatê yê li dijî komên çeteyan û encamên êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê eşkere kir. Bîlançoya ku tenê operasyonên YPG’ê tê de cih digirin û yên QSD’ê nehatine hesibandin, wiha ye:

171 ÇETE HATIN KUŞTIN

Çalakî û operasyonên hêzên me:    20
Şerê di operasyon û êrîşan de rû da:    35
Êrîşên bi maşînên întixarî:        6
Hejmara kuştiyên dijmin:        171
Termên çeteyan ên ketin destê hêzên me: 25
Şerê encama xwe nehatiye zelalkirin:    17
 
Amûr û çekên hatine rûxandin

4 doçkayên 14,5 mm, 5 maşîneyên doçka barkirî
7 maşînên leşkerî
3 maşîneyên bombe barkirî
3 tang, 1 panzêr
3 balafirê keşfê yên biçûk
Doçkayek 37 mm

Amûr û çekên leşkerî yên ket destê hêzên me:

Tevî 2400 fîşekan, 60 rextê û 52 jarjorên wê 21 çekên klêş
Tevî 4 roketê wê  2 roketavêja B-7
2 çekên sekvanî Brûno,
1 çekên sekvanî Zagros,
5 çifte
3 debance
2 doçkayên 12,5 mm
Tevî 15 guleyên wê, 4 topên cehennemê
43 bombeyên destan
12 bêtêl
Dûrbînek durbîn
10 rûpûşên gazê
Hejmarek zedê amûrên tenduristî û gelek alavên leşkerî hatin bi dest xistin.

ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Şehîdên me: 89 hevreyên me gihîştin şehadetê

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK

7 cara artêşa Tirkan bi çekên giran ve çeperên hêzên me û 2 caran sivîlan  hedef girt.

Di encamê  van êrîşan de 2 welatiyên sivîl hatin kuştin, yek jî birîndar bû."