Karadûman û Geçîm li Cizîrê hatin defnkirin

Cenazeyên Ferhat Karaduman û Yilmaz Geçim ên li Cizîrê hatin qetilkirin û Saziya Tipa Edlî cenazeyên wan tev li hev kiribûn, li Silopiyayê hatibûn defnkirin. Malbatan cenazeyên Karaduman û Yilmaz wergirtin û li Cizîrê defin kirin.

Cenazeyên Ferhat Karaduman û Yilmaz Geçim ên li Cizîrê hatin qetilkirin û Saziya Tipa Edlî cenazeyên wan tevlîhev kiribûn, li Silopiyayê hatibûn defnkirin. Malbatan cenazeyên Karaduman û Yilmaz wergirtin û li Cizîrê defin kirin.

Ferhat Karaduman (16) û Yilmaz Geçim (15) li Cizîrê hatibûn qetilkirin. Saziya Tipa Edlî cenazeyên wan û cenazeyên din tevlîhev kiribûn û li Deriyê Sînor ê Xabûrê defin kiribû. Piştî testa DNA'yê hat fêmkirin ku cenaze tevlîhev bûne, malbatê cenaze ji gundê Dorûklû yê Silopiyayê wergirtin û ji bo defin bikin birin Cizîrê.

Cenazeyên têketina Cizîrê de demek dirêj hatin rawestandin, piştî parlamenterên HDP’ê ketin dewrê destûra derbasbûyinê hat dayîn. Cenazeyên Karadûman û Geçîm, tevî malbat û Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz, ji aliyê bi sedan kesan li Goristana Asrî ya Cizîrê di nav lorik û rondikan de hatin defnkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di merasîmê de axivî, wiha got: “Desthilatdarek çiqasî asê bibe, ewqasî hov dibe û êrîşî gelê mezlûm dike.”