Hêzên QSD'ê ber bi bakurrojhilatê Reqqayê ve diçin
Hêzên QSD'ê di operasyona 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ya li rojavayê çiyayê Kizwanê û bakurrojhilatê Reqqayê dane destpêkirin de, qadeke ji 153 km2'yî ji çeteyan paqij kirin.
Hêzên QSD'ê di operasyona 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ya li rojavayê çiyayê Kizwanê û bakurrojhilatê Reqqayê dane destpêkirin de, qadeke ji 153 km2'yî ji çeteyan paqij kirin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi navê 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' di roja 4. de bi awayekî serketî dewam dike.
Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatin bidestxistin, heta niha herêmeke ji 153 km2 ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Di şer de gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.
Çek û cebilxaneyên ku di 4 rojan hatine desteserkirin wiha ne:
"Wesayîtek Ceep, wesayîteke Vann, 3 çekên BKC, 2 sindoqên guleyên BKC, 2 RPC, doçkayek 12.5, 5 sindoqên guleyên doçkaya 12.5, doçkayek 14.5, 3 zincîrên doçka, 11 hawanên 60 mm, 20 roket û alavên wê, 8 kelaşnîkof, 1000 guleyên kalaşnîkofan, 2 yelekên xwekujiyê, 3 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, çend bombeyên rusî, 3 motorsîklet."
Operasyona QSD’ê bi hemû hêza xwe didome.