NÛ BÛ

HPG: Li Nisêbînê herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li Nisêbînê ya li dijî polîsên tîmên taybet daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di encama çalakiyê de herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiya roja 4'ê Adarê ya li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya li hemberî polîsên tevgera taybet, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya navendê de hat ragihandin, çalakî weke bersivdayîna li komkujiyên li Kurdistanê û ji bo bîranîna gerîlayên li Mêrdînê hatine qetilkirin, welatiyên li Sûr û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane, hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn

"Bi armanca bersivdayîna li komkujiyên dewleta Tirk li hemberî gelê me li gelek bajarên Kurdistanê dike, ji bo bîranîna hevalê Botan û 3 gerîlayên me yên pê re li Mêrdînê şehîd ketin, ji bo bîranîna mirovên me yên li Sûr û Cizîrê şehîd ketin, li Nisêbînê çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.

Roja 4'ê Adarê saet di 05:45'an de yekîneyeke me ya gerîla, li hemberî 7 maşînên zirxî yên li pêşberî Midûriyeta Şaxê Trafîkê ya Herêmê parkkirî, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek pêk anî. Di encama vê çalakiyê de avahiya Midûriyeta Şaxê Trafîkê ya Herêmê û 7 maşînên zirxî bi temamî îmha bûne. Her wiha li gorî agahiyên hatine bidesxistin, herî kêm 14 polîsên tevgera taybet hatine kuştin, bi dehan polîs jî birîndar bûne."