Ji kesên li Cizîrê hatin qetilkirin yek jê xwendekara zanîngehê Sozdar Erden û yê din Sabrî Sezgîn ê 18 salî bû. Erden û Sezgîn bi merasîmekê hatin definkirin. Di merasîma cenaze de Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane bo wan mîrateyeke bi rûmet li pêyî xwe hiştîne û wiha got, "Gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Ciwanên ku hatin vir hemûyan jî dizanibû wê şehîd bibin."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Sozdar Erden(21) û Sabrî Sezgîn ê 18 salî yên ku bi birîndariyî li avahiyekê diman û ji aliyên hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, li Cizîrê hatin definkirin. Cenazeyê Sezgîn ê di têketina Cizîrê de bi saetan hat rawestandin piştî wecîbeyên olî li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.
'EM Ê XWEDÎ LI WESIYETA ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN'
Di merasîma li goristanê de li gel ferdên malbatê parlementerên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Mahmût Togrûl û gelek hemwelatî amade bûn. Piştî definkirina cenaze Faysal Sariyildiz axivî û wiha got, "Em wê xwedî li wesiyeta şehîdên xwe derkevin."
LI HOSERÊ HAT DEFINKIRIN
Xwendekara zanîngehê Sozdar Erden a 21 salî ya li Cizîrê hat qetilkirin û cenazeyê wê li Saziya Tibê ya Adlî ya Rihayê hat teşhîskirin, li gundê Hoserê hat definkirin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, cenaze li ser milan bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" ber bi goristana gund ve birin.
Piştî karên definkirinê parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku Botan di rojên bi êş û azariyî re derbas dibe û ew wê xwedî li wê mîrateya bi rûmet derkevin û wiha got,"Dibe ku dilê me biêş be, lê divê em baş bizanibin ku zalim çiqas bitengijin ewqas hov dibin. Em her roj zarokên xwe binax dikin lê belê li çar perçeyên Kurdistanê alaya têkoşînê bi şehîdan hêl dibe."
'WAN DIZANIBÛ KU WÊ ŞEHÎD BIBIN'
Sariyildiz bi bîr xist ku gelê Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşe û wiha axivî, "Tirsa wan ji vê ye. Ruhê rojava li bakur xwe dide der. Bi sedan ciwan ber bi Cizîrê ve hêl bûn bawer bikin wan dizanîbû ku wê şehîd bibin. Piraniya wan xwendekarên zanîngehê bûn û temûliya wan bo zilm û zordariyê tine bû."