‘Ji bo pêşîgirtina qetlîamên nû em di greva birçîbûnê de ne’
Mala Gel a Brukselê li paytexta Bruksel a Belçîka bi şîara “Ji bo sibehê nebe dereng û ji bo pêşîgirtina qetlîamên nû” di roja yekem de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê îro saet 10:00’an destpê kir, wê sibehê heta saet 17:00’an berdewam bike.
Nûnerê Mala Gel a Brukselê di hevpeyvîna xwe de wiha anî ziman: “Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji hilbijartina 7’ê Hezîranê heta niha zêdetirî 700 sivîlî, ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatine qetilkirin. Li Pirsûsê 33 ciwanên sosyalîst û di qetlîama Enqereyê de jî 109 kes hatin qetilkirin. Qedexeya ku ji 7’ê Hezîranê û vir ve di serî de li Amedê heta niha li Sûr, Mêrdîn, Nisêbîn, Kerboran û li navçeyên Cizîr û Silopiyayê ya Şirnexê hê jî didomin. Li van navçeyan bi giştî ji 500 rojan zêdetir qedexeya kolanan hatiye îlankirin. Tenê li Cizîr, Silopiya û Sûrê ji Tirmeha sala 2015’an û vir 280 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên ku hatin qetilkirin de jî pitika 3 mehî ya di zikê dayika xwe de û kalên 85 salî jî hebûn.”
Daxuayanîyê bal kişand ku hikûmeta AKP’ê ji 7’ê Hezîranê û şûn de sucê mirovahiyê berdewam kiriye û wiha got: “Em hemû şahidên zindî yên van qetlîaman in. Li pêşiya çavên her kesî zarok, ciwan û kal hatin qetilkirin. Li Sûrê ji 200 kesan zêdetir hê jî di jêrzemînê de asê mane, li benda rizgarkirinê ne. Eger bi lezgînî em nekevin nava hewldanan, wê weke qetlîama Cizîrê ya ku 110 kes bi saxî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, wê bi wî awayî bên qetilkirin.
Ji bo sibehê nebe dereng û pêşîgirtina qetlîamên nû, li Mala Gel di 5-6’ê Adarê de me greva birçîbûnê daye destpêkirin.”
Di çalakiyê de li ser daxwaz û naveroka çalakiyê, dosya hatin amadekirin û ji bo agahdarkirina ziyaretvanan jî daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.
Navnîşana greva birçîbûnê: Rûe Des Deûx Eglîses 128,1210 Saînt-Josse-ten-Noode.