Li Geliyê Şîlo 22 çete hatin kuştin

Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê da xuyakirin ku li Geliyê Şilo 22 çete hatin kuştin.

Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê da xuyakirin ku li Geliyê Şilo 22 çete hatin kuştin.

Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li dijî êrîşa qetlîamê ya 3’ê Tebaxa 2014’an ku gelî Êzîdî hat qetilkirin û bi hezaran dîl hatin girtin, pêngava berxwedana mezin a têkoşîna azadiyê, 12’ê Mijdara 2015’an bi rizgarkirina Şengalê serkeftinek dîrokî bi dest xistiye.
Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê her wiha got, li vê qadê berxwedan bi mezinbûnê dewam dike û êrîşên çeteyan bê encam dimîne, wiha got: “12 caran ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Geliyê Şilo şerên dijwar qewimîne.  Di encama tevahî êrîşan de Geliyê Şilo ji çeteyan hatiye paqijkirin. 4’ê Adarê, çeteyan ji 3 baskan êrîşî Geliyê ŞIlo kirin. Ev êrîşa herî berfireh a heta niha çeteyan pêk aniye, ji aliyê hêzên me yên gerîla û yekîneyên me yên berxwedanê yên YBŞ’ê vala hatiye derxistin û çeteyan windahiyên giran dane, neçarî vekişiyan e.

Plana çeteyan a kontrolkirina qadên bakur ên çiyayên Şengalê û bi kontrolkirina van qadan ve plana qetlîamek nû vala hatiye derxistin. Ev êrîşên bi taybet ji bo li ser qada di navbera Bakur û Başûrê Şengalê bi dest bixe tê lidarxistin, bi ruhê fedaî yê Apoyî hatiye şkandin û berxwedanek derbeyên giran li dijmin xistiye hatiye raberkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê berxwedanê de tevî koordînatên cihê çeteyan didin jî balafirên şer ti bomberdûmanan nakin, wiha hat gotin: “Ev bomberdûmanên li qada hêzên me pêk nayên, dema êrîşên li ser nuqteyên Keske yên peşmerge lê ne, pêk tên.”

Detayên vê têkoşîna lehengî ya yekîneyên berxwedanê yên HPG û YBŞ’ê dane wiha ne:

“4’ê Adarê danê sibehê saet 05.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji 3 baskan êrîşî Geliyê Şilo kirin. Ev êrîşên li ser girên di bin kontrola me de ne zêdetirî 2 saetan dewam kiriye. Di van êrîşên li hember gir û çeperên me de 3 êrîşkarên xwekujiyê cihê xwe girtine, ev çete zû hatine dîtin û bêbandorkirin. Ev çete bi teqandinê, parçe bûne. Êrîşên ku çeteyan ji 3 baskan pêk anîne, vala hatine derxistin û di encama lêdanên bi bandor de bi zelalî 22 çete hatin kuştin. Cenazeyên 14 çeteyan hatin bidestxistin. Dîsa gelek cebilxane hatin bidestxistin.”

Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniyê de cebilxaneyên hatine bidestxistin wiha rêz kir: “2 M16 û 12 şarjor, 12 Kleş, 1 BKC, 1 B-7 û 6 roketê wê, 4 xelekên tijî yên BKC’ê, 2 êlekê xwekujiyê, 3 bombeyên dest û 3 rext, 3 çente, 1 tabancaya Glok, 2 telefon, 1 lûleya BKC û kamerayek
Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniyê de da xuyakirin ku 6 gerîlayên di roja yekemîn a rizgarkirina Şengalê de cih girtine bi berxwedanek lehengî gihiştine şehadetê.

Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê destnîşan kir ku gerîlayan di eniyên pêş ên şer de cih girtin, bi fedakariyê di vê pêngava azadiyê ya bi heybet de cih girtine, wiha got: “Ev sekna wan a bi biryar, fedakar, wêrek wê bibe soz û sonda serketina têkoşîna me.”
Nasnameyên gerîlayan wiha ne: 

Nasnav: Agit Zagros
Nav û Paşnav: Mehmet Selim Berk
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Nav Dayik-Bav: Hatice - Fahri
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2016’an / Şengal
 
Nasnav: Ferhat Koçer
Nav û Paşnav: Mehmet Şirin Ete
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Nav Dayik-Bav: Hatice – Abdullah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2016’an / Şengal
 
Nasnav: Întîkam Derweşi
Nav û Paşnav: Mehmet Halil Durmuş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Nav Dayik-Bav: Hatîce - Omer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2016’an / Şengal
 
Nasnav: Mazlum Şiyar
Nav û Paşnav: Mustafa Şeker
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Nav Dayik-Bav: Sureyya - Îhsan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2016’an / Şengal
 
Nasnav: Bistun Rojhilat
Nav û Paşnav: Purya Ahmetyan
Cihê Jidayikbûnê: Merivan
Nav Dayik-Bav: Tela – Cemil
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2016’an / Şengal

...

...