KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên HPG’ê li rêya Amed-Çewlikê kontrola nasnameyan kirin
Gerîlayên HPG’ê rêya Amed û Çewligê li trafîkê girtin, kontrola nasnameyan kirin. -
Polîsan avêt ser Şardariya Giyadînê, lêgerîn didomin
Polîsên Tirk avêt ser avahiya şaredariya navçeya Giyadînê ya Agiriyê, lêgerîn pêk tê. -
Li Kurdistanê aktivîteyên 8’ê Adarê destpêkirin: Wê dawî li hişmendiya dewletê were!
Jinên ku li bajarên Bakurê Kurdistanê dijîn, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, aktivîte li dar xistin. Jinên li Gurgum, Mêrdîn, Colemêrg û Amedê, berxwedana jinên Kurd silav kirin. -
Li Yenîmahalleya Geverê êrîş didomin
Ji danê sibehê ve li ser Yenîmahalleya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê êrîşên dewleta Tirk didomin. Ji taxê dengên dijwar ên teqîna tên. -
Karkerên li Cizîrê tespîta xisaran dikir hatin binçavkirin
Li Cizîrê ku rastî terora dewleta Tirk tê, endezyarên şaredariyê yên li taxan tespîta xisaran dikin rastî binçavkirina kêfî ya polîsan hatin. -
QSD li rojavayê çiyayên Kizwanê pêş ve diçe
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), 35 kîlometre herêma rojavayê Çiyayê Kizwanan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
‘Bi hilweşandina malan hûn nikarin gelekî hilweşînin’
Malbatên kesên ku li Cizîrê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane, wiha peyam dan: “Bi hilweşandina malan hûn ê nikaribin gelekî hilweşînin. Em gel in, naqedin. Em şopdarê rêya zarokê xwe bin.” -
Jinan qûrnefîl danîn ser gorên Sêvê, Pakîze û Fatma
Jinên Şirnexî, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin, li ser gorên wan bi bîr anîn. -
Li Şêx Meqsûd û derdora wê şerên dijwar qewimîn
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê heta êvara 2’ê Adarê li Seken Şebab, Seken Şikeyf, Rêya Cendol û qada Benî Zêde qewimîne de gelek çete hatin kuştin. -
Gerîlayan li qereqola Mawa dan
Gerîlayên HPG/YJA Starê li hemberî qereqola Mawa ya li herêma Gerdiya çalakiyek pêk anîn. Hat ragihandin, di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk zêde ne, lê hejmar zelal nebû. -
Li Nisêbînê teqîneke dijwar pêk hat
Li Nisêbînê li derdora nexweşxaneya berê ku wesayîtên zirxî lê bi cih bûne, teqîneke dijwar pêk hat. Piştî teqînê hêzên dewleta Tirk gule li taxa Abdûlkadîrpaşa reşandin. -
Ciwanên MLKP'yî tevlî nava refên YPS'ê bûn
Ciwanên MLKP'yî dan xuyakirin, ku ew li cihê berxwedana xwerêveberiyê Nisêbînê tevlî nava refên YPS'ê bûne. -
YPG'ê nasnameyên 8 şervanên xwe yên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
Nasnameyên 7 şervanên YPG’ê ku di 29’ê Sibatê û 1’ê Adarê de li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dane û şervanekî ku di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane, hatin eşkerekirin. -
Cenazeyê Edîn ê li Cizîrê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Sahîp Edîn ê li Cizîrê hat qetilkirin û cenazeyê wî di hundirê sindoqekê de hat dîtin, hat veşartin. -
Rêveberê HDP'ê Maltaş ji ber gazê jiyana xwe ji dest da
Di dema meşa ji bo rakirina dorpêçiya li ser Sûrê de, rêveberê HDP'ê yê navçeya Liceyê Mûhsîn Maltaş ji ber êrîşa polîsên Tirk a bi gaza îsotê û bombeyên gazê krîza dil derbas kir. Maltaş jiyana xwe ji dest da. -
Irmak bang kir: Em her roj ber bi Sûrê ve bimeşin
Hevseroka KCD'ê Irmak ji ber meşa li Amedê malavayiya gel kir û diyar kir, heta dorpêçî ji ser Sûrê rabe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Irmak banga,"Em her roj saet di 16:00 de ji cihê lê ne ber bi Sûrê ve bimeşin" li gel kir. -
2 cenaze li Hezexê hatin dîtin
Li Hezexê 2 cenazeyên kesên di êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, hatin dîtin. Êrîşa hêzên dewletê ya bi topan jî dewam dikin. -
Dozgerê Tirk neket hundirê jêrzemîna wehşetê
Piştî ku qedexeya derketina derve ya li Cizîrê bi rojê hat rakirin, dozgerê Tirk çû jêzemîna wehşetê ya li taxa Cûdî, lê belê bi gotina 'ewlekariya jiyana min nîne' neket hundirê jêrzemînê. -
Çaliş û Gullubahçe yên li Cizîrê hatin qetilkirin, hatin oxirkirin
Cenazeyên endamên YPS'ê Dogan Çaliş (Ava Zer) û Abbas Gullubahçe yên li Cizîrê di êrîşên wehşî yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, li Bedlîsê hatin veşartin. Di merasîman de sekna bi rûmet a her du berxwedêran hat silavkirin. -
Demîrtaş: Çalakiyên me wê her roj dewam bikin
Demîrtaş bal kişand ser dorpêçiya li ser Sûrê û got, "Bangewaziya me timî ye. Divê gel îro saet di 16:00 de nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Em ê paş de gav navêjin" -
Cizîrî: Dikarin mal û canên me bigirin, lê nikarin Kurdbûna me ji destê me bigirin
Cizîriyên piştî rakirina qedexeya derketina derve vegeriyan bajarê xwe, li şûna xaniyên xwe enqaz dîtin. Sekna Cizîriyan, li dijî her şêwe şîdeta dewletê, wêneyê vîna serketinê ye. -
Êrîşên li hemberî taxên berxwedanê yên Nisêbînê dewam dikin
Li Nisêbînê, tevahiya şevê êrîş li hemberî taxên berxwedanê hatin kirin. Di bomberdûmana danê sibehê de xisar li gelek xaniyan çêbû. -
Bayik: Wasiyeta Mehmet Tûnç ferman e
"Faşîzma 12’ê Îlonê li Zindana Amedê di şexsê Mazlum Dogan, Kemal Pîr û Hayrî Durmuş de çawa têk çû, faşîzma AKP’ê jî di şexsê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir de têk çûye." -
Li Kerboranê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li bejahiya navbera Hezex û Kerboranê, ku duh ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve hat bombekirin, di şerê ji ber operasyonê de yek jê serpel (ustegmen) 3 leşker hatin kuştin. -
Ji QSD'ê operasyona 'Tolhildana Cûdî û Êlîn'
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo paqijkirina rojavayê çiyayê Kizwanan, bi navê 'Tolhildana ji bo Êlîn û Cûdî" operasyonek dan destpêkirin.