Cizîrî: Dikarin mal û canên me bigirin, lê nikarin Kurdbûna me ji destê me bigirin

Cizîriyên piştî rakirina qedexeya derketina derve vegeriyan bajarê xwe, li şûna xaniyên xwe enqaz dîtin. Sekna Cizîriyan, li dijî her şêwe şîdeta dewletê, wêneyê vîna serketinê ye.

Cizîriyên piştî rakirina qedexeya derketina derve vegeriyan bajarê xwe, li şûna xaniyên xwe enqaz dîtin. Sekna Cizîriyan, li dijî her şêwe şîdeta dewletê, wêneyê vîna serketinê ye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tevî di nava rojê de qedexeya derketina derve hate rakirin jî, dorpêç û pêkanînên rewşa awarte didomin. Çawa ku qedexeya nav rojê hate rakirin, bi hezaran Ciziriyên ku neçar mabûn li gund û bajarên derdor belav bibin, car din vedigerin navçeyê. Şêniyên navçeyê, piştî ku di noqteyên lêgerînê yên polîsan de bi saetên têne rawestandin û rastî kontrola nasnameyan tên dikevin Cizîrê û yekser berê xwe didin malên xwe. 

Yek ji taxên ku rastî êrîşên giran ên hêzên dewletê hate jî Taxa Cudî bû. Welatiyên ku vegeriyan taxê, tenê kavilên malên xwe dîtin. Hin ji wan jî, ji ber ku enqazê avahiyan hatibû rakirin, kavilên malên xwe jî nedîtin. 

Yek ji welatiyên ku piştî qedexeya nav rojê hate rakirin vegeriya taxa xwe jî Omer Aslan e ku li ber dîmenên ku çav pêket şaş maye. Aslan li hemberî êrîşên tevkujiyê hêrsa xwe anî ziman û wiha axivî: "Bi topan li malên me xistine. Nav malê gulebaran kirine. Ti alavek ku em bikar bînin nemaye. Dema zarok çav li malê ketin rûniştin û giriyan. Em nizanin emê çawa bikin."

'MAL NE XEM E, XWEZÎ ÎNSAN NEMIRANA'

Jina bi navê Edîse Kurum a ku neçar mayê di roja 37. a êrîşên tevkujiyê de ji mal derkeve jî anî ziman ku ji ber mala wan hilweşiyaye, ew li hewşa cîranên xwe dimînin. Kurum jî bi van gotinan hêrsa xwe anî ziman: "Her tiştên me xera kirine. Dewletê ev tişt anî serê me. Zalim ev tişt kirine. Di mal de tiştek saxlem nehiştine. Her tiştên me şewitandine." Kurum anî ziman ku ya ku dilê wan dişewitîne ne mal in, qetilkirina insanan e û wiha pê de çû: "Di van jêrzemînan de bi sedan însanên me hatin qetil kirin. Xwezî ev kesana nehatana qetil kirin, mal xera bibin jî ne xem e."

'NIKARIN KURDBÛNA ME JI ME BIGIRIN'

Kurum diyar kir ku tevî hemû êrîşên dewletê jî wê li Cizîrê bin û heya dawiyê jî li pey daxwaz û nasnameya xwe bin. Kurum wiha got: "Ew tiştên xerabtir jî bikin em dest ji nasnameya xwe bernadin. Dikarin malên me, canên me bigirin lê nikarin Kurdbûna me ji destê me bigirin."

Yek ji welatiyan Sezer Yalun jî da zanîn ku di dema êrîşan de 45 rojan di mal de mane lê ji ber topbaranê neçar mane ku ji malê derkevin û wiha berdewam kir: "Dema em vê sibê hatin, me mala xwe nedît. Enqazê malê jî birine. Wesayîtên me, mal û milkên me talan kirine. Dewletê malên me bombebaran kir." 

'LI VIR TERORA DEWLETÊ HEBÛ'

Welatiyê bi navê Adnan Narîn jî dema vegeriya taxê, enqazê mala xwe jî nedît. Narîn li ser erdê vala ku berê mala wî lê bû bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: "Dibêjin li vir teror hebû. Li vir terora dewletê hebû. Leşker û polîsên hov hatin û malên me xistin vî halî."

...