Bayik: Wasiyeta Mehmet Tûnç ferman e

"Faşîzma 12’ê Îlonê li Zindana Amedê di şexsê Mazlum Dogan, Kemal Pîr û Hayrî Durmuş de çawa têk çû, faşîzma AKP’ê jî di şexsê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir de têk çûye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de, wasiyeta Hevserokên Meclîsên Gel ên Cizîr û Silopiyayê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir vegot.

Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:

"Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir li dijî mêtingerên tevkujer li ber xwe dan û şehîd ketin.

Beriya şehîd bikevin biryardariya xwe ya ji bo jiyaneke azad û demokratîk nîşan dan! Ev her du hevserok di heman demê de bûne sembola xweserî, xwerêveberî û demokrasiya herêmî jî.

Di heman demê de sembola asta pêşxistin û rêxistinkirina gel a têkoşîna dehan salan a gelê kurd dide. Ev her du hevserok, piştrast dikin ku gel bi têkoşîna azadiyê re bûye yek; têkoşîna azadiyê jî bûye gelemperî. Di kesatiya xwe de piştrast dike ka dirûşma; 'PKK gel e, gel li vir e' çiqasî jiyanî ye û berbiçav e.

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç beriya şehîd bikeve gotibû ew ê di şopa Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Ferhat Kurtay de bimeşin. Gotibûn ew ji jiyanê di asta ku di oxira wê de bimirin hez dikin; şert û merc çiqasî zor be bila be ew ê li ber   xwe bidin.

Mehmet Tûnç gihîşt zanistiya şêwazê Şoreşa Kurdistanê. Bi fedakirina jiyana xwe raxist ber çavan ku li Kurdistanê di mercên herî giran de tenê bi berxwedanê serketin dikare pêk were.

Pakîze Nayir jî beriya şehîd bikeve biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê nîşan dabû. Ev helwest nîşan didin ku Şoreşa Kurdistanê têk naçe.

Ji ber ku şêwazê Şoreşa Kurdistanê ew e ku di mercên herî giran de li ber xwe bide û ev şêwaz bûye şêwazê berxwedanê yê gelê kurd. Ji ber vê yekê jî fahmkirina helwesta berxwedêr a Meclîsên Gel ên Cizîr û Silopiyayê, li ser kûrbûn, vergerandina vê wateyê ya zanistiya tevahiya gelê me gelekî girîng e.

Rêberê Gelê Kurd, dema Hakî Karer şehîd ket gotibû; 'Yên li vê dozê xwedî derketin şehîdên me bûn; êdî gihandina serketinê ya vê dozê berpirsyariya me teva ye.'

Êdî di roja me de cangorî yên fedayî yên ku wateyê didin xwerêveberî, demokrasiya herêmî û xweseriya demokratîk hene. Şehîdên xwedî li vê dozê derketine hene. Ji ber vê yekê jî ji daxwaza xwerêveberiyê bi paş de gav nayê avêtin. Êdî tîr ji kevanê filitiye.

Ji ber vê yekê jî nikare gihîştina wê ya hedefê bê astengkirin. Şehadeta Hakî Karer PKK afirand, eger PKK’ê jî hêvî û hesreta Hakî Karer bi xurtî pêk anîbin, gelê kurd jî wê hêvî û bendewariyên şehîd Pakîze Nayir û Mehmet Tûnç bi serketî bi cih bîne.

Faşîzma 12’ê Îlonê li Zindana Amedê di şexsê Mazlum Dogan, Kemal Pîr û Hayrî Durmuş de çawa têk çû, faşîzma AKP’ê jî di şexsê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir de têk çûye. Ya li Cizîr û Silopiyayê têk çûye faşîzma AKP’ê ye. Li Cizîrê tişta ku tang û topan rûxand di rastiyê de faşîzma AKP’ê ye.

Ruhê azadiyê yê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir wê faşîzma AKP’ê têk bibe, Tirkiyeyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike. Serketin ji niha de hatiye bidestxistin; berxwedana ji niha û pêde wê bibe nivîsandina vê dîrokê.

Mehmet Tûnç bi rojan mezinbûna berxwedana Cizîrê vegot. Got wê dîrok vê bexwedanê binivîse. Ka çawa gelê Cizîrê di mercên herî giran de çawa li ber xwe da qîriya. Got; di van mercên giran de em ê li ber xwe bidin, em teslîm nabin; gel bila bi van berxwedêran, bi me serbilind be.

Bêguman gelê kurd wê bi Mehmet Tûnçan û Pakîze Nayiran serbilind be. Lê belê tenê bi serbilindiyê raneweste. Wasiyeta Mehmet Tûnç gelê kurd mîna fermanê dibîne.

Gelê kurd ji bo bicîhanîna bêrîkirinên mezin, bîranîn û wesiyeta van şoreşgerên bêhempa ên welatparêz wê li ber xwe bide û bi ruhê azad ê Botanê tevahiya Kurdistanê azad bike.

Şoreşa Berxwedanê ji Botanê destpê kiribû. Şoreşa xwerêveberiyê jî ji Botanê destpê kir. Şoreşa xwerêveberiyê şoreşa rizgariyê ye.

Nabe ku ti pêngav, berxwedan û şoreş a ji Botanê destpê bike bi ser nekeve.

Ji ber ku hîmê her pêngava şoreşgerî ya ji Botanê destpê dike kûr e. Çawa ku civakîbûn, mirovahî jî li ser vê erdnîgariyê pêk hat û heta roja me hebûna xwe domand; mirovahiya bi Keştiya Nebî Nûh rizgar bû gihîşt van rojan, pêngava xwerêveberiyê ya li Botanê pêk hat wê bigihîje serketinê, wê tevahiya Rojhilata Navîn bigihîne azadî û demokrasiyê.

Botan şaneya -hucre- kokê ya gelê kurd e. Botan ruhê kurdîtiyê ye; Botan ruhê berxwedanê ye; Botan keştiya rizgariya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê Pêngava 15’ê Tebaxê ya li Botanê destpê kir, şoreşa serhildan û vejînê ji Botanê dest pê kir, şoreşa xwerêveberiyê ji Botanê destpê kir û ev yek mîna ruh û berxwedana tevahiya Kurdistanê wê pêş bikeve, wê neyê rawestandin û teqez bigihîje serketinê.

Cizîr û Botan serbilindiya vî gelî ne. Cizîr û Botan çiqas werin rûxandin, xerakirin jî xwedan hêz, çand û bingeheke dîrokî ne ku dikarin xwe ji xweliya xwe careke din biafirînin. Ji ber ku Cizîr dîrok e; Cizîr mirovahî ye; Cizîr berxwedan e, azadî ye, demokrasî ye.

Mehmet Tûnç mîna sembola van nirxan tevan derbasî dîrokê bû. Divê Cizîr û tevahiya Botanê bi Mehmet Tûnç serbilind be. Em jî tevahiya gelê Kurdistanê û mirovahî jî bi Cizîr û Botanê serbilind in."