Li Nisêbînê teqîneke dijwar pêk hat

Li Nisêbînê li derdora nexweşxaneya berê ku wesayîtên zirxî lê bi cih bûne, teqîneke dijwar pêk hat. Piştî teqînê hêzên dewleta Tirk gule li taxa Abdûlkadîrpaşa reşandin.

Ji duh şev ve êrîşên hêzên dewleta Tirk ên ji wesayîtên zirxî yên li ser taxên berxwedana xwerêveberiyê yên navçeya Nisêbînê dewam dikin. Li derdora nexweşxaneya berê li cihê wesayîtên zirxî lê bi cih bûbûn, teqînek dijwar pêk hat. 
Li ser kuştî û birîndaran agahiyek nehat bidestxistin.

Piştî teqînê hêzên dewletê gule li taxên Abdûlkarîpaşa û Firatê reşandin.