Karkerên li Cizîrê tespîta xisaran dikir hatin binçavkirin

Li Cizîrê ku rastî terora dewleta Tirk tê, endezyarên şaredariyê yên li taxan tespîta xisaran dikin rastî binçavkirina kêfî ya polîsan hatin.

Li Cizîrê ku rastî terora dewleta Tirk tê, endezyarên şaredariyê yên li taxan tespîta xisaran dikin rastî binçavkirina kêfî ya polîsan hatin.

Li Cizîrê ku êrîşên qirkirinê yên dewletê 80 rojan dewam kir, personelên Midûriyeta Karên Îmarê ya Şaredariya Cizîrê dest bi tespîta xisaran kirin. Endezyarên ji bo tespîtê çûn Taxa Nûrê ji aliyê polîsan bi hinceta, “destûr nîne” hatin binçavkirin, birin Qereqola Mûrat Akançay. Ji herdu personelên li vir 2 saetan hatin rawestandin re wiha hat gotin: “Heta destûra Qeymeqamtiya Cizîrê tinebe, hûn nikarin ti tespîtan bikiin.”

Piştre endezyarên şaredariyê serbest hatin berdan. Parêzerên Şaredariya Cizîrê têkîldarî mijarê agahî dan, diyar kir ku ev raye ji aliyê şaredariyê tê dayîn, got qeymeqamtî û polîs jî ji xwe re wezîfeyan derdixin.

Endezyarên Şaredariya Cizîrê wê sibehê karên tespîta xisaran bidomînin.